Hejmara kesên bi Koronavîrusê mirine 177 hezar derbas kir

Li seranserê cîhanê ji ber Koronavîrusê ji 177 hezar kesî zêdetir jiyana xwe ji dest daye. 2 milyon û 563 hezar kes jî pê ketine.

Hejmara kesên bi Koronavîrusê mirine 177 hezar derbas kir
22 nîsan, 2020   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî bîlançoya dawîn heta niha li tevahiya cîhanê ji ber Koronavîrusê (Covid-19) zêdetirî 177 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye. 2 milyon û 563 hezar kes jî bi vîrusê  ketine.

Heta niha bi giştî 686 hezar kes baş bûne.

Duh li DYA’yê 2 hezar û 704  kesan ji ber Koronavîrusê  jiyana xwe ji dest da, heta niha bi giştî li DYA’yê 45 hezar û 345 kesan jiyana xwe ji dest daye û di rêza yekemîn de ye.

Li Îtalyayê jî 24 hezar û 648 kesan jiyana xwe ji dest daye û di rêza duyemîn de ye. Spanya jî di rêza sêyemîn de cih digire û heta niha 21 hezar û 282 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li Fransayê jî 20 hezar û 796 kesan jiyana xwe ji dest daye û di rêza çaremîn de ye. Di rêza pêncemîn de jî Fransa tê û heta niha li wir 17 hezar û 337 kesan jiyana xwe ji dest daye.