Mijarên rojnameyên erebî – 22 Nîsan

Rojnameyên erebî yên îro der barê nakokiyên di hundirê malbata El-Esed de nivîsî, her wiha geşedanên li Lîbyayê û rewşa bazara petrolê jî di rojevê de bûn.

Mijarên rojnameyên erebî – 22 Nîsan
22 nîsan, 2020   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: "RIKEBERIYA DESTHILATDARIYÊ" DIKE REJÎMA SÛRIYÊ BELAV BIKE

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa hundirîn a hikûmeta Sûriyê de nivîsî. Der barê mijarê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Li Sûriyê rikeberiya di navbera baskên malbata serokê Sûriyê Beşar El-Esed de kûr bûye, aliyên wê yên siyasî û aborî tevlihev bûne, dibe ku bandoreke mezin li rejîmê bike ku rejîm va ye bû 9 sal xwe li hember gelek lerizînên dijwar girtiye.

Aliyekî nakokiyê, xalê serokê Sûriyê Mihemed Mexlûf e ku niha ew û zarokên xwe li Rûsyayê ne, aliyê din jî hevjîna Beşar El-Esed Esmaa El-Exres û xizmên wê ne. Her du alî dixwazin aboriya Sûriyê têxin bin destê xwe. Xuya dike ku ev nakokî ji kontrolê derketiye, Esed êdî nikare dest dayne ser, ev yek jî Rûsyayê tengav dike ku êdî baweriya wê bi Esed nayê ku li ser desthilatdariyê bimîne.

Nakokiyên di hundirê malbata El-Esed de, ne nû ne, berê ji aliyê Hafiz El-Esed ve bi tundiyê hatibûn kontrolkirin. Lê niha rewş cuda ye, rejîm di aloziyeke dualî de ye, li aliyekî pevçûnên leşkerî bi destwerdanên xwecihî yên herêmî û navdewletî dewam dike, pê re jî aborî bi sedema gendeliyê hilweşiyaye û gihîştiye astên metirsîdar.

Ev gendelî gihîşte dewletên herêmê, beriya demekê, qaşo şîrê zarokan bi rê dikirin Misirê, paşê derket ku di qutiyan de madeyên hişbir hene, ew bar jî yê karsazê bi navê Ramî Mexlûf bû (kurê xalê Beşar).

Ramî Mexlûf ku li Şamê ye, li ser Twitterê roja duşemê nivîsî ku ev yek di encama komployeke hundirîn de pêk hatiye, wî behsa Esmaa El-Esed û xizmên wê dikir ku dixwazin wî bazirganiya wî bişikînin û tola xwe jê hilînin.

Di salên dawiyê de têkiliyên serok û malbatê sar bûne, bi taybet bi kurê xalê wî Ramî Mexlûf re.

Çavdêr dibêjin ku mijar ne hewldana têkbirina gendeliyê ye, lê ew rikeberiya ser berjewendiyên aborî ye, di navbera malbata Mexlûf û malbata Exres (malbata Asmaa El-Esed) de ku ew jî ketine ser xetê û dixwazin para xwe ji aboriya Sûriyê bibin.

Nakokî sala par teqiya, dema ku Esmaa destên xwe danî ser şîrketên veguhastinê û komeleya Elbistan, ku her du jî yên Ramî Mexlûf in, ji wê çaxê ve dora kurê xalê serok tê tengkirin, ta ku meha derbasbûyî bi hinceta ku bacan nade, dest danîn ser pere û şîrketên Ramî Mexlûf.

Ji ber van nakokiyan, malbata Mexlûf hawara xwe gihand Rûsyayê, paşê jî dest bi aşkerakirina dosyayên gendeliya Esed û hevjîna wî kir, herî dawiyê jî çîroka kirîna tabloyeke hunerî ku bi buhayekî pir giran hatiye kirîn, aşkera kir.

EL-BEYAN: TIRKIYÊ ŞERÊ BIRÇÎKIRINA MILYONEK LÎBYAYIYAN BI RÊ VE DIBE

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsand: "Ji ber destwerdana Tirkiyê, herêmên Lîbyayê yên di bin kontrola artêşa nîştimanî de ketin bin dorpêçê û hemû pêdivî ji wan hatine birîn. Nêzî milyonek Lîbyayî di rewşên xirab de ne; bê av, elektrîk, pêdiviyên tenduristiyê û derman û xwarin û sotemenî û pere mane, her wiha nahêlin ku ew biçin herêmên din jî.

Hevbendiya êl û eşîrên herêmê bêdengiya saziyên sivîl û rêxistinên hiqûqî şermezar kir, ji ber ku li hember ambargoya li ser herêmê bê deng mane. Her wiha çavkaniyên agahdar ji El-Beyan re ragihand ku ambargoya li ser bajarê Terhona (80 km li rojhilatê Terablusê) rewş aloz kiriye, gelek nexweş û jinên ducanî mirine, ji ber ku elektrîka saziyên tenduristiyê tune ye û derman jî kêm in.

Meclisa civakî ya Terhonayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku serê du hefteyan e kehrebe û telefon ji bajêr hatiye birîn, ev tişt li ber çavên civaka navneteweyî çêdibe.”

ŞERQ EL-EWSAT: PETROL TÊK DIÇE… SIÛDÎ Û RÛSYA BEHSA HIN KIRYARAN DIKIN

Rojnameyê nivîsî: "Ji ber derbeya mezin DYA’yê, buhayê petrolê her ku diçe kêm dibe.

Hin dewletên mezin ji piştgiriya bazarê helwestên xwe nîşan dan, duh Erebistana Siûdî got rewşa bazara petrolê ji nêz ve dişopîne, her wiha diyar kir ku ew amade ye ji bo aramiya bazarê hin tedbîran bigire. Ajansa nûçeyan a Siûdiyê ragihand ku meclisa wezîran teqez kiriye ku Siûdî pabendî aramiya bazara petrolê ye.

Her wiha Rûsyayê jî diyar kir ku dibe ew bi hilbirînerên mezin re bikeve nava têkiliyê û eger pêwîst be mijara kêmkirina hilberînê jî gotûbêj bikin.”