Di dema qedexeya derketinê de xwendekarên Minbicê perwerdeya xwe ji dûr ve dibînin

Komîteya Xwendin û Perwerdeyê ya Minbicê bernameyek ji bo perwerdekirina ji dûr ve danî. Ev yek bi armanca ku xwendekarên asta navîn û amadehî yên ji ber tedbîrên pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê ji dibistanên xwe dûr ketine, perwerdeya xwe dewam bikin, pêk hat.

Di dema qedexeya derketinê de xwendekarên Minbicê perwerdeya xwe ji dûr ve dibînin
Di dema qedexeya derketinê de xwendekarên Minbicê perwerdeya xwe ji dûr ve dibînin
Di dema qedexeya derketinê de xwendekarên Minbicê perwerdeya xwe ji dûr ve dibînin
Di dema qedexeya derketinê de xwendekarên Minbicê perwerdeya xwe ji dûr ve dibînin
Di dema qedexeya derketinê de xwendekarên Minbicê perwerdeya xwe ji dûr ve dibînin
Di dema qedexeya derketinê de xwendekarên Minbicê perwerdeya xwe ji dûr ve dibînin
Di dema qedexeya derketinê de xwendekarên Minbicê perwerdeya xwe ji dûr ve dibînin
2 nîsan, 2020   10:30
MINBIC

Di çarçoveya tedbîrên xweparastinê de ku Rêveberiya Sivîl a Demokartîk ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) girtine, li bajarê Minbicê û gundewarên wê qedexeya derketina derve heye. Ji roja destpêkê ya pêkanîna biryara qedexeyê ve Komîteya Xwendin û Perwerdeyê bi rêya malpera xwe ya fermî li ser tora civakî û kanala Minbicê, dîmenên qeydkirî yên waneyan belav kirin.

Hevserokê Komîteya Xwendin û Perwerdeyê ya Minbicê Suhêl Walî, wiha ji ANHA`yê re got: "Waneyên ku bi rêya kanala Minbicê û malpera fermî ya komîteyê li ser tora civakî tên dayîn, ji bo xwendekarên asta navîn û amadehî ne."

Walî wiha domand: "Bernameya waneyan li gorî bernameya perwerdeyê ya sala xwendinê ye û li gorî dema mayîna li malê ye. Mamosteyên pispor çavdêriya perwerdekirina ji dûr ve dikin."

Suhêl Walî destnîşan kir ku Komîteya Xwendin û Perwerdeyê çavdêriya kontrolkirina waneyan dike û diyar kir ku armanc ji sîstema perwerdeya ji dûr ve ew e ku waneyên ku xwendekaran di dema dûrketina ji dibistanên xwe nestandine, bên dayîn."

Her wiha îşaret pê kir ku bernameya perwerdekirina ji dûr ve hat dayîn ji ber ku mamoste û xwendekar li malê ne û ev plana perwerdeyê kedeke mezin û zanabûna teknîkî ji mamosteyan dixwaze.

Walî bang li hemû mamosteyên pispor kir ku piştgiriyê bidin vê plana perwerdeyê û hevkariya Komîteya Xwendin û Perwerdeyê bikin da ku xwendekar bikarin perwerdeya xwe dewam bikin. Her wiha bang li malbatên xwendekaran kirin ku perwerdeya zarokên xwe bişopînin, nexasim ku dema ezmûnan nêzîk bûye û serkeftin ji hemû xwendekaran re xwest.

Ta niha ji bo perwerdekirina xwendekarên asta seretayî bi heman rengî, tu planên Komîteya Xwendin û Perwerdeyê tune ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku sîstema perwerdekirina ji dûr ve, tecrûbeyeke nû ya Komîteya Xwendin û Perwerdeyê ye û ji bo şert û mercên qonaxa heyî û parastina berdewamkirina xebatên perwerdeyê di hemû mercan de, hat danîn.

(cx)

ANHA