Şêniyên Helebê li dijî komploya 15‘ê Sibatê meşiyan

Bi dirûşmeya `Tu kes nikara roja me tarî bike, bi berxwedana gelê şoreşger em ê pergala Îmraîliyê hilweşînin` şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ji bo şermezarkirina komployên navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Şêniyên Helebê li dijî komploya 15‘ê Sibatê meşiyan
Şêniyên Helebê li dijî komploya 15‘ê Sibatê meşiyan
Şêniyên Helebê li dijî komploya 15‘ê Sibatê meşiyan
Şêniyên Helebê li dijî komploya 15‘ê Sibatê meşiyan
Şêniyên Helebê li dijî komploya 15‘ê Sibatê meşiyan
Şêniyên Helebê li dijî komploya 15‘ê Sibatê meşiyan
15 sibat, 2020   15:49
HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî li dijî Rêber Ocalan meşek girseyî orgenîze kiirn.

Meş ji ber hola civînan a li beşa Rojavayê taxa Şêxmeqsûd destpê kir. Şêniyan pankartên bi nivîsên `Soza me em pergala Îmraliyê hilweşînin û em bi rêber Apo re azad bijîn` û `Azadiya civakê ji azadiya Serok e` hildan.

Şênî di nav kolanên taxê de meşiyan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana Ocalan berz kirin. Meş li qada El-Cebanat li beşa Rojhilatê taxa Şêxmeqsûd rawestî û veguherî mitîngê.

Endamê Kongreya Star Raperîn Heleb di mitîngê de axivî û got: "21 sal li ser komploya navneteweyî derbas bû, lê Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe ji bo azadî û demokrasiyê didomîne. Di mîna van rojan de hewldanên tesfiyekirin û pêkanîna hikuma dervakirinê li dijî wî hebûn. Tevahiya rêbazên şerê taybet li ser ferz kirin. Lê ew hewldan li hember berxwedana Serok Apo ruxmî şertên şer bibin ketin."

Raperîn wiha domand: "Bi rêya siyaseta tecrîdê xwestin gelên ku bi fikrê Ocalan ve hatine girêdan dûr bixin. Lê gelan bi berxwedan xwe û girêdana bi fikrê Abdullah Ocalan tecrîd şikand û kesek di navbera gel û Serok de nikare bibe asteng."

Raperîn got, ku ew her roj komplo dijîn û heya rizgarkirina Ocalan ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin. raperîn diyar kir ku bi berxwedanê ew ê komplo û planên hikumeta AKP`ê tê bibin.

Bi navê pêkhateya Ereb Şêx Elî El-Hesen anî ziman ku kombûna girse ya li derdora Rêber Ocalan teqez dike ku dê serkeftin para projeya netewa demokratîk û biratiya gelan be û binkeftin para hêzên komploger be.  

 (şx)

ANHA