Şahiya salvegera rizgariya Kobanê bi dawî bû

Şahiya li Kobanê ya salvegera 5`emîn a rizgarkirina bajêr ji DAIŞ`ê û 6`mîn salvegera ragihandina Rêveberiya Xweser a Kobanê bi dawî bû.

Şahiya salvegera rizgariya Kobanê bi dawî bû
Şahiya salvegera rizgariya Kobanê bi dawî bû
Şahiya salvegera rizgariya Kobanê bi dawî bû
Şahiya salvegera rizgariya Kobanê bi dawî bû
Şahiya salvegera rizgariya Kobanê bi dawî bû
27 ÇILE, 2020   13:04
KOBANÊ

Şêniyên bajarê Kobanê îro salvegera 5`emîn a rizgarkirina bajêr ji DAIŞ`ê û 6`emîn salvegera ragihandina Rêveberiya Xweser a Kobanê pîroz kirin û bi hezaran şêniyên herêmê ji Kurd û Ereban di şahiyç de amade bûn.

Şahî li Qada Şehîd Egîd li dar ket û gelek kes di şahiyê de axivîn. Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Fewziyê Ebdî bi navê tevger û saziyên jinan ên li herêmê axivî û wiha got: "Kobanê bû sembola aştî û mirovahiyê, ji wê çirûska rizgarkirina hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê dest pê kir û heta Baxozê ku xeleka dawîn di şerê li dijî hebûna leşkerî ya DAIŞ`ê bû, dewam kir."

Fewziyê wiha domand: "Li pêşiya gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê, divê dewleta Sûriyê parastina serweriya sînorê wê bike. Em daxwazê ji Rûsya û Amerîkayê her du dewletên garantor ên hevpeymanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku bixebitin da ku gefên Tirkiyê rawestînin û mîsogeriya vegera koçberan li herêmê wan bikin."

Fewziyê di dawiya axaftina xwe de îşaret bi girîngiya hevgirtin û tekoşînê ji bo têkbirina  hemû hevpeymanên li dijî berjewendî û hebûna gelê herêmê kir.

"BERXWEDAN BERDEWAM E"

Her wiha seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro axivî û wiha got: "Dîroka rizgarkirina bajarê Kobanê çirûskek e ji gelên herêmê re ku îradeya wan ji hemû alavên leşkerî xurtir e.”

Cîhan wiha domand: "Hîna berxwedana li dijî damezirînerê DAIŞ`ê anku Tirkiyê ku hewl dide îro bi hincetên cuda vî bajarî dagir bike, didome."

Di şahiyê de gelek koman stranên bi kurdî û erebî gotin. Nûnerê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê xelatek diyarî rêveberiya Kobanê ji bo berxwedana wan kir. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

(jo)

ANHA