Wekî li Sûriyê...Tirkiyê agirbesta li Lîbyayê keysbaz dik

Berdevkê artêşa Lîbyayê Lîwa Ehmed El-Mismarî eşkere kir ku dewleta Tirkiyê agirbestê keysbaz dike û pergala parastina asîmanê ya Amerîkayê li balafirgeha Miêtîqa datîne û piştrast kir ku dewleta Tirkiyê çek, topavêj ber bi perava Mesrata kir û her wiha jî çeteyên ji Sûriyê ber bi Terablusê ve rêdike.

Wekî li Sûriyê...Tirkiyê agirbesta li Lîbyayê keysbaz dik
18 ÇILE, 2020   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Lîbyayê Lîwa Ehmed El-Mismarî di civîneke çapemeniyê de wiha got: "Me gihiştina çekan bi bejahî û asîmanî ji milîsên li Terablusê re di dema agirbest de û bicihkirina pergala parastina asîmanî li balafirgeha Miêtîqe û anîna hêzên dijber ji Tirkiyê û Sûriyê jî, belge kir."

El-Mismarî îşaret pê kir ku agirbest bi xwesteka dewletên cîranê tevî gihiştina artêşa li nava Terablusê hat erêkirin û wiha lê zêde kir: "Hêzên me bi temamî li gorî agirbestê tev digerin, lê bel hin binpêkirin ji aliyê milîsên Terablusê hatin qeydkirin."

Berdevkê leşkerî destnîşan kir ku lê heta niha tu bersivên leşkerî li dijî van binpêkirinên milîsên Terablusê tune ne û piştrast kir ku artêşa Lîbyayê amade ye ku bersiva van binpêkirinan bide û li ser qurbaniya gel tu lihevanînan pêk nayne.

El-Mismarî wiha got: "Gelê Lîbyayê peravên petrol  û zeviyan girtin û ev pêngav jî, ya bi hêz e û tenê divê hêzên çekdar parastina gel û pêkhatean bikin û nehêlin tu kes gefan li wan bike."

Berdevkê leşkerî bi bîr xist ku xwepêşandanên gel ên bihêrs ên li dijî şandina hêzên dewleta Tirkiyê li Lîbyayê re tên şopandin û destnîşan kir ku girseya gel a bihêrs piştî paşguhkirina dengê wan a li dijî êrişên dewleta Tirkiyê, peravên petrolê girtin.

Girêdayî mijarê, Şêxê Qebîleya El-Ziwiya Sinosî El-Heîlq El-Zewî ragihand ku tevgera gel peravên petrolê û zevî girtin û piştrast kir ku hedefa tevgera gel ziwakirina kaniyên piştevaniya terorê ya ji petrolê û her wiha daxwaza vegera saziya petrolê ya navenda wê ya Binxazî jî kir.

El-Helîq wiha bal kişand ser ku tevahî qebîleyên beşdarî vê xwepêşandanê bûne ku xwestekên wan pêk bê.

(fr)