Li Iraqê îşaretên şerê navxweyî

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku endamên 2 eşîrên Iraqê çek rakirine û berê xwe dane cihên xwepêşandanan li navenda bajarê Nasiriyê yê li başûrê Iraqê. Ev yek piştî ku gelek zarokên wan di pevçûnên bi hêzên ewlekariyê re hatin kuştin, pêk hat.

Li Iraqê îşaretên şerê navxweyî
28 mijdar, 2019   13:30

Tora Sky News da zanîn ku endamên eşîrên Al Xazî, ji bo parastina xwepêşandêran, çekan radikin û berê xwe didin Qada El-Hibûbî ya li nîva bajarê Nasiriyê yê başûrê Iraqê. Piştî ku gelek zarokên wan di xwepêşandanan de hatin kuştin.

Li gorî Sky News, hejmara xwepêşandêrên ku di pevçûnên bi de li parêzgeha Zî qarê hatin kuştin, derket 16 kesan û 118 kes jî birîndar bûn.

Her wiha hat diyarkirin ku eşîrên El-Bedûr û Al Xazî pira Fehid a di navbera bajarê Nasiriyê û paytext Bexdayê de, kontrol kir.

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku xwepêşandêrên Iraqê pira Zeytûn a li bajarê Nasiriyê kontrol kir û bi ser Foca Destwedana Lezgîn de girt û bi temamî şewitandin.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî  der barê çêbûna şerekî navxweyî yê xeternak li Iraqê de, hişyarî dabû.