Di roja 35`an de..gundewarên Til Temirê hatin topbarankirin û dewriyeya Tirkiyê xwepêşandarên Kobanê kirin hedef

Duh hejmareke gundewarên Til Temirê bi moşek û topên hewanê hatin topbarankirin. Her wiha hinek ji wan bi balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin bombebarankirin. Dewriyeya Tirkî ya hevbeş duh xwepêşandêrên Kobanê kirin hedef; 8 kes birîndar bûn.

Di roja 35`an de..gundewarên Til Temirê hatin topbarankirin û dewriyeya Tirkiyê xwepêşandarên Kobanê kirin hedef
13 mijdar, 2019   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Di roja 35`an de ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş û topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê li Serêkaniyê û Girê Spî, didomin. Prianiya êrişan li gundewarên Til Temirê ne. Şervanên QSD`ê û Meclisa Leşkerî ya Suryanî di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan dide.

Êriş û topbaran bi hemû cure çekan li ser gundewarên Til Temirê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra êriş û topbarana li dijî gundewarên Serêkaniyê û Til Temirê didomînin. Duh gundewar, şûnwar, mezreyên Asûriyan yên gundewarên Til Temirê, ji wan El-Qasimiyê, Reşîdiyê, Rîhaniyê, Ezîziyet El-Rîhaniyê û Menax bi moşek û topên hewanê hatin topbarankirin.

Topbarana li ser gundê El-Qasimiye û derdora wê didome

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navenda gundê Um El-Kêf ê girêdayî Til Temirê topbaran kir. artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe de balafirên keşfê, topên hawanê û obus li dijî gundên ku sivîl di wan de dijîn, bi kar anî.

Meclisa Leşkerî ya Suryanî bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser mezreyên Derbo û Kenher ên girêdayî Til Temirê da. Her wiha topbarana li ser herêmê didome. Balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker gundê Reşîdiyê yê girêdayî Til Temirê bombebaran kir.

Her wiha çeteyên artêşa Tirk a dagirker êrişî gundê Ebdullhey yê herêma Serêkaniyê kir. Di encama wê de di navbera çeteyên dewleta Tirk û şervanên QSD`ê şer rû da. Mayineke ku fesîleyeke ji çeteyan bi çeteyên ji fesîleyeke din ve dema hewl didan mal û milkên şêniyên Serêkaniyê bidizin, danîbû, teqiya. 

Nûçegihanê Ronahî TV’yê Dilyar Cizîrî dema bûyer û şerê li gundewarên Til Temirê dişopand, birîndar bû.

Dewriyeyên Tirkî-Rûsî hevbeş li Kobanê

Polîsên leşkerî yên Rûsî dest bi hêzên dewleta Tirk a dagirker re li gundewarên rojhilatê kantona Kobanê dest bi dewriyeya hevbeş kir. Tankên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên rojhilatê bajarê Kobanê xwepêşandêr gulebarankirin û di encama wê de 8 kes birîndar bûn, di nav de du rojnamevan her wiha erebeya Ronahî TV’yê hat hedefgirtin.

QSD: Di şerê duh de 6 çete hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn

QSD`ê duh bi daxuyaniyekê got artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe di ailyê asîmanî û hewayî de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Di êrişan de sivîlan dike hedef. QSD`ê tekez kir ku di şerê duh de zêdetirî 6 çeteyan hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

(bx)

ANHA