Cenazeyên şehîd Zagros û Pêşeng hatin veşartin

Cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê Tacedîn Terbûş (Zagros Kobanê) û Berzan Hemo (Pêşeng) li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê bi merasîmeke biheybet hatin veşartin.

Cenazeyên şehîd Zagros û Pêşeng hatin veşartin
Cenazeyên şehîd Zagros û Pêşeng hatin veşartin
Cenazeyên şehîd Zagros û Pêşeng hatin veşartin
Cenazeyên şehîd Zagros û Pêşeng hatin veşartin
Cenazeyên şehîd Zagros û Pêşeng hatin veşartin
Cenazeyên şehîd Zagros û Pêşeng hatin veşartin
12 mijdar, 2019   13:56
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê Tacedîn Terbûş (Zagros Kobanê) û Berzan Hemo (Pêşeng) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê spartin axê.

Merasîmê bi rêzgirtin a bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Bi navê QSD‘ê Mihemed Nebî û bi navê Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Umer axivîn.

Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ne tenê dagirkirin e, di heman demê de qirkirina gelên herêmê ye.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Wêran Heyres nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Malbatên şehîdan soz dan ku ew e xeta zarokên xwe yên şehîd bişopînin heta herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk werin rizgarkirin.

Girseyê cenazeyên her du şehîdan di nava dirûşm û tilîliyên dayikan de spartin axê.

ANHA