‘Em hemû QSD ne, QSD zarokên me ne’

Bi slogana "Em hemû QSD ne, QSD zarokên me ne" bi hezaran gelê kantona Kobanê daket qadan û êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

‘Em hemû QSD ne, QSD zarokên me ne’
‘Em hemû QSD ne, QSD zarokên me ne’
‘Em hemû QSD ne, QSD zarokên me ne’
‘Em hemû QSD ne, QSD zarokên me ne’
‘Em hemû QSD ne, QSD zarokên me ne’
‘Em hemû QSD ne, QSD zarokên me ne’
‘Em hemû QSD ne, QSD zarokên me ne’
12 mijdar, 2019   13:40
KOBANÊ

Li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran şêniyên kantona Kobanê li Qada Jina Azad kom bûn. Meş raserî gera dewriya polîsên leşkerî yên Rûsya û Tirkiyê li gundên rojhilatê Kobanê pêk hat. Bi hezaran şêniyan kevir avêtin dewriyeyê û hêzên Tirkiyê gule û gazên îsotê li sivîlan reşandin, di encamê de 8 sivîl birîndar bûn.

Meşê heta Qada Şehîd Egîd dewam kir. Xwepêşandêran sloganên li dijî êrişên dewleta Tirk û piştgirtiya QSD`ê berz kirin, wêneyên şehîdan û pankartên "Em ê li dijî hevpeymanên ku hebûn, namûs û nasnameya me dikin armanc, li ber xwe bidin” û “Birêz Trump, Erdogan xelîfê Bexdadî ye, tu şaş nebî" hilgirtin.

Meş li Qada Şehîd Egîd veguherî mîtîngê. Cîgira hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê axivî û spasiya beşdaran kir, her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrişên artêşaTirk ku bi xwe ragihand ku li dijî mirovahiyê sûcên hovane bi kar tîne, bisekine û piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Paşê li ser navê Kongreya Star Bêrîvan Hesen axivî û berxwedana hêzên di çeperên şer de li dijî artêşa Tirk tê meşandin, silav kir û anî ziman ku dewleta Tirk naxwaze projeya neteweya demokratîk ku wekheviya gelan ji xwe re esas digire, bi ser bikeve. Dewleta Tirk projeyên demokratîk ji xwe re xetere dibîne, ji ber vê yekê dê heta serkeftinê piştgiriya hêzên xwe bikin û dagirkeriyê têk bibin.

Meş bi sloganên "Bijî Berxwedana Rûmetê" bi dawî bû.

(eh)

ANHA