ANHA‘yê derbasî gundê Qenterî bû

ANHA‘yê derbasî gundê Qenterê yê ji aliyê şervanên QSD‘ê ve ji dagirkeran hate qaqijkirin bû û wêrana di encamên êrişan de li gund pêkhatî şopand.

ANHA‘yê derbasî gundê Qenterî bû
ANHA‘yê derbasî gundê Qenterî bû
ANHA‘yê derbasî gundê Qenterî bû
ANHA‘yê derbasî gundê Qenterî bû
ANHA‘yê derbasî gundê Qenterî bû
ANHA‘yê derbasî gundê Qenterî bû
ANHA‘yê derbasî gundê Qenterî bû
ANHA‘yê derbasî gundê Qenterî bû
6 mijdar, 2019   14:45
GIRÊ SPÎ

Şervanên QSD û Meclisa Leşkerî ya Kantona Girê Spî duh gundên Qenterî, Bîr Îsa û Mesûdiyê yên Girê Spî ji dagirkeran paqij kiribûn. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusrayê duh bi şev careke din êrişî van gundan kiribûn.

Şervanên QSD‘ê bersiva êrişên li ser van gundan dan û çete ji gund dûrxistin.

Çeteyan  ku li gudnê Qenterî yê li ser rêya stratejîk a M4  derbên giran xwarin li derdora gund mayîn çandin.

Kamîreya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) derbasî gundê bû û wêrana li wir şopand.

Şervanê QSD‘ê Reşo di bersivdana êrişên duh ên çeteyan li ser gund di destê xwe de birîndar bûn, diyar kir ku çeteyan bi tank, top û çekên giran êrişî gund kirin û wiha domand: "Me bersiva êrişên wan ên bi çekên giran heta yên bi tank û panzêran dan. Em di bersivandinê de berdewam in û nahêlin derbasî gund bibin.

Reşo diyar kir ku ji ber gulebarana çeteyan a bêserûber li ser gund jineke ciwan birîndar bûn.

ANHA