QSD: 61 çete hatin kuştin, 4 erebeyên leşkerî hatin teqandin

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama şer û berxwedana 24 saetên dawî li Bakurê Sûriyê eşkere kir.

QSD: 61 çete hatin kuştin, 4 erebeyên leşkerî hatin teqandin
4 mijdar, 2019   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya ragihandina QSD`ê wiha ye:

“Til Temir

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve bi çekên giran û hejmarek zêde çete êrîş birin li ser gundê Mehmûdiyê. Hêzên me di çarçoveya parastine rewa de bersiva êrişan dan û şerên giran qewimîn. Her wiha li gundên Kenher, El-Hecac, Derbo û El-Sîbatiya hêzên me bersiva êrîşan dan û şerên giran qewimîn. Di encama şer de 57 çete hatin kuştin, 22 çete brîndar bûn, 4 seyareyên leşkerî, 3 panzer û motorek hatin rûxandin. Artêşa dagirker li ser şikestina êrîşên çeteyên xwe bi balafirên bê mirov û obusan herêm topbaran kir.

Ebû Rasên

Artêşa dagirker bi hêzek mezin xwest êrişî gundên Xedir Avî, Til Hirmil û herêma di navbera Xirbet Cimo û Ingel El-Hawa bike û bi vê armancê konvoyek mezin şand van qadan. Hêzên me yekser bersiva van êrîşan dan û konvoya komên çete ji hev belav kirin, her wiha çete neçar man seyareyên xwe bihêlin û birevin.

Eyn Îsa

Artêşa dagiker bi sê tangan gundê Um El-Beramîl topbaran kir. Hêzên me weke bersiv li Şêrgirad û Marûda li hermber girseya komên çete çalakî pêk anîn û di encam de 4 çete hatin kuştin, seyareyek hate rûxandin. Artêşa dagirker li ser windahiyên xwe herêmê dan ber obus û tangan.

Di bersivdanên hêzên me de bi giştî 61 çete hatin kuştin, 22 çete brîndar bûn; 4 seyareyên leşkerî, 3 panzer û motorek hatin rûxandin.

Di vê berxwedanê de bi giştî 8 hevalên me şehîd bûn û 11 hevalên me jî brîndar bûn.”

(kc)