Ciwanên Reqayê piştgiriya xwe ji Berxwedana Rûmetê re rave kirin

Meclisa Ciwanên Reqayê panelek ji ciwanên bajêr û gundewar re ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî ya herêmê orgenîze kir. Meclisê di dawiya panelê de daxuyaniyek da raya giştî, êrişên Tirkiyê li ser axa Sûriyê şermezar kir û piştgiriya Hêzên Sûriye Demokratîk li hemberî dagirkeran teqez kir.

Ciwanên Reqayê piştgiriya xwe ji Berxwedana Rûmetê re rave kirin
Ciwanên Reqayê piştgiriya xwe ji Berxwedana Rûmetê re rave kirin
Ciwanên Reqayê piştgiriya xwe ji Berxwedana Rûmetê re rave kirin
Ciwanên Reqayê piştgiriya xwe ji Berxwedana Rûmetê re rave kirin
Ciwanên Reqayê piştgiriya xwe ji Berxwedana Rûmetê re rave kirin
3 mijdar, 2019   16:46
REQA

Panel li hola Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê bi tevlibûna bi dehan ciwanên Reqayê, endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriye Demokratîk li dar ket.

Panel bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. paşê cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid, endama Meclisa Sûriye Demokratîk Leyla Qehreman axivî.

Axaftvanan behsa dîroka osmanî ya xwîndar û sûcên wê der heqê gelên herêmê de ji Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Yunan û Asur kirin. Her wiha diyar kirin ku Erdogan dixwaze heman serdema tarî vegerîn herêmê bi taybaet Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tola xwe ji ber tunebûna DAIŞ`ê hilîne.

Axaftvanan geşedanên siyasî yên dawîn li herêmê bi taybet lihevkirina di navbera QSD û Rejîma Sûriyê nirxandin û teqez kirin ku lihevkirin leşkerî ye û girêdayî ewlehiya herêmê ye. Rêveberiya Xweser hîna banga yekîtiya axa Sûriyê dike ev lihevkirina ji wê bingehê û ji bo parastina ax û welat hat.

Axaftvanan destnîşan kirin ku bi hevgirtina tevahiya gelên bakurê Sûriyê ji bo parastina herêmê ji terorê bi hezaran şehîd dane û wê li ser wê bazaran nekin.

Di dawiya panelê de meclisê daxuyaniyek da raya giştî. Daxuyanî ji hêla endamê rêveber ê meclisê Mihemed El-Abdulllah ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi erêkirina hêzên hegemonik bi dijwarî êrişî herêmê kir. Binpêkirinên hovane li dijî mirovahiyê û sivîlan pêk anî, çekên qedexekirî li dijî zarok, jin û temenemezin  bi kar anî. Tirkiyê ji van êrişan vegerandina serfiraziyên dewleta osmanî ya tijî komkujî û xwîndar armanc dike.

Her wiha di daxuyaniyê de berxwedana Hêzên Sûriye Demokratîk li hermber dagirkeran hate silavkirin û piştgiriya hêzê ji bo rizgarkirina axê ji dagirkeran hate kirin.

(şx)

ANHA