QSD`ê bersiva êrişên dagirkeran li ser gundê Kesra dide

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bersiva êrişên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê li ser gundê Kesra ya girêdayî navçeya Til Temirê dide.

QSD`ê bersiva êrişên dagirkeran li ser gundê Kesra dide
3 mijdar, 2019   13:36
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê ji vê sibehê ve êrişî gundên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê dike.

QSD`ê jî di çarçoveya parastina rewa bersiva êrişên dagirker û çeteyên wê li ser gundê Kesra ya girêdayî navçeya Til Temirê dide, di dîmenan de aliyekî ji bersiva şervanên QSD`ê ji êrişên dagirker diyar dibe.

ANHA