Ji bo şehîd Sara Tîrêj merasîma xiyabî hate lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Şehbayê merasîmeke xiyabî ji şervana YPJ`ê Sekîne Mihemed (Sara Tîrêj) ku di êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Girê Spî şehîd bûbû de, li dar xist.

Ji bo şehîd Sara Tîrêj merasîma xiyabî hate lidarxistin
Ji bo şehîd Sara Tîrêj merasîma xiyabî hate lidarxistin
Ji bo şehîd Sara Tîrêj merasîma xiyabî hate lidarxistin
Ji bo şehîd Sara Tîrêj merasîma xiyabî hate lidarxistin
Ji bo şehîd Sara Tîrêj merasîma xiyabî hate lidarxistin
Ji bo şehîd Sara Tîrêj merasîma xiyabî hate lidarxistin
3 mijdar, 2019   13:22
ŞEHBA

Di merasîma ku li qada kampa Serdem a kantona Şehbayê hate lidarxistin de, bi sedan şêniyên kantona Şehbayê amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Berko axivî û sersaxî ji malbata şehîd Sara Tîrêj û ji hemû malbatên şehîdan re xwest.

Berko got ku qehremaniya şehîdan bû pira ewlehiyê ji gelan re, her wiha soza domandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

Merasîm bi xwendina wesîqeta şehadetê hate xwendin.

ANHA