Pêkhateyên Hesekê: Em dev ji axa xwe bernadin û em bi QSD`ê re ne

Bi deh hezaran ji pêkhateyên kantona Hesekê ya herêma Cizîrê, bi boneya Roja Cîhanî ya Rojava, daketin qadan û gotin: “Em dev ji axa xwe ber nadin û em bi QSD`ê re ne,”

2 mijdar, 2019   13:02
HESEKÊ

Li bajarê Hesekê jî sedan şêniyên bajêr û gundewarên wê ji Kurd, Ereb, Sûryan û Ermen daketin qadan û piştgiriya berxwedana Rojava kir.

Şêniyan wêneyên şehîdan, alên QSD, YPJ, YPG û pankartên li ser nivîsa "Her der Rojava, her der berxwedan e", "2 Mijdarê Roja Cîhanî ya Rojava","QSD nûnertiya vîna me dike" hildan.

Meş ji pêşiya taxa Miftî li bajarê Hesekê dest pê kir û ber bi qada şehîdan li taxê dewam kir.

Li taxê, meş veguhirî mîtîngê, Hevseroka PYD`ê Eyşa Hiso axivî û berxwedana QSD`ê û gelên herêmê silav kir.

Eyşa diyar kir ku aloziya Sûriyê bêyî itîrafa bi Rêveberiya Xweser a gelên herêmê çareser nabe û wiha dewam kir: “Bi saya lehengiya şervanan em gihaştin vê pêvajoyê, me gelek destkeftî û serkeftin pêk anî. Piştî têkbirina DAIŞ`ê êrişên hovan e li dijî me zêde bûn. Me jî rêya berxwedanê hilbijartiye."

Mîtîng bi dirûşmeyên "Qatil Erdogan" û dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê bidawî bû.

Dirbêsiyê

Da ku piştgiriya Roja Cîhanê ya Rojava bikin, bi hezaran şêniyên herêma Dirbêsiyê tevî beşdariya rûspiyên êlên Ereb, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl daketin qadan û meşek li dar xist.

Di meşê de, şêniyan pankartên bi nivîsên"2’ê Mijdara 2019’an Roja Cîhanê ya Rojava, her der Rojava ye , her der jî berxwedan e" û her wiha alên QSD’ê , YPJ, YPG’ê û Kongre Star jî, hildan.

Meş ji pêş Navneda Ciwanên Şoreşger dest pê kir û li tevahî kolanên bajêr ên sereke tevî diruşmên silavkirina berxwedana QSD’ê ya li dijî dewleta Tirk, gerî. Li Çerxeriya Şehîd Xemgîn meş veguhrî mîtîngê.

Piştî deqeyeyke rêzgirtinê, şêxê êla El-Şemer Haşim Silêman El-Cerba bi navê êlên Ereb axivî û wiha got: "Îro, rojek pir mezin e. Roja rûmeta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên xaka xwe li dijî xetertirîn rêxistina terorîst a bi nûnertiya DAIŞ’ê û alîgirên wê û yên ku hê jî êrişên xwe li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, parastiye û diparêzin."

Haşim da zanîn ku tevahî êlên Ereb û tevahî etnîkên wê, îro li dijî êrişên dewleta Tir û çeteyên wê li rex QSD’ê ne.

Şêxê êla El-Şemer Haşim Silêman El-Cerba bang li tevahî êlên Ereb kir ku tev li refên QSD’ê bibin û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

Li aliyekî din jî hevserokê Buroya Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD) a navçeya Dirbêsiyê Silêman Xelîl axivî û bang li tevahî partiyên kurdî kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk bibin yek û bi şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bisekinin.

Di dawiyê de Silêman Xelîl bang li dewletên Ewropayê kir ku bi lezgînî destwerdin û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.

Hol

Bi sedan şêniyên navçeya Holê li naverasta navçeyê kom bûn û meşek ji bo boneya Roja Cîhanê ya piştgiriya bi Rojava re li dar xist. Şêniyan piştrast kir ku li kêlek hêzên xwe ku terora DAIŞ’ê têk biriye û her wiha jî ku niha destanên qehremaniyê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dinivîsinin.

Şêniyan di meşa ku li naverasta navçeyê dest pê kiriye, alên QSD’ê, pankartên bi nivîsên" Her der Rojava û her der berxwedan e" û wêneyên zarokên ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne hildan, her wiha dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê û biratiya gelan beriz kirin.

Meş li çerxereya têketina navçeyê veguhrî mîtîngê. Li vir, ji fermandarên QSD`ê Orya, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Yasir Mihemed, bi navê Kongre Star Menal Mihemed û bi navê Meclisa navçeya Hol endama rêveber Sacîda Hesen axivîn.

Axêveran, Roja Cîhanê ya Piştgiriya bi Rojava, Berxwedana Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir û diyar kir ku ew berxwedan êdî bû nuqteya destpêkê ya têkbirina terorê û tevahî komployên bi hewldana derbekirina destkeftiyên gelên herêmê bi tevahî pêkhateyên wê.

Li dawiyê axêveran îşaret pê kir ku gelên herêmê dê bi yek refî û di xendekê li gel hêzên xwe bin da ku êriş û planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bingeha kuştin û dizînê ne têk bibin.

Mîtîng bi dirûşmeya biratiya gelan bidawî bû.

(ekib)

ANHA