YPJ: Ronahî û Sara bûn sembola ruhê welatparêzî û dilpakiya hevrêtiyê

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê nasnameya hevrêyên xwe Ronahî û Sara yên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne eşekre kir.

YPJ: Ronahî û Sara bûn sembola ruhê welatparêzî û dilpakiya hevrêtiyê
1 mijdar, 2019   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Gitşî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê nasnameya hevrêyên xwe Ronahî û Sara yên 11-13’ê Cotmehê di Berxwedana Rûmetê li Serêkaniyê û Girê Spî şehîd bûbûn, eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Em di kesayeta rêheval Ronahî û Sara de ku bûn sembola dilpakiya hevaltiyê û evîndarê tekoşîna gelan, şehîdên şoreşa mirovahiyê û tevahî şehîdên Berxwedana Rûmetê bi minetdarî bi bîr tînin. Em di şexsê malbatên her du hevalên xwe yên hêja de sarsaxî ji tevahî gelên Bakûr û Rojhilatî Sûriyê û tevahî jinên tekoşer re dixwezin. Em careke din li hemberî mezinbûn û berxwedana herdu rêhevalan soza domandina tekoşînê didin.     

Berxwedana Rûmetê, ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji El Nusra û DAIŞ’ê bi fedekarî, ked û biryardariya şervanên vê xaka pîroz berdewam dike. Li hemberî hovîtiya herî mezin ya vê serdemê ku dewleta Tirk pêşengiya wê dike. Îro jinên di parastina nirxên mirovahiyê de bi israr in duh li hemberî çeteyên DAIŞ’ê, îro jî li hemberî faşîzma Erdogan li ber xwe didin. Heval Ronahî û Sara bi rihê pêşengiya demê bûn sermbolên Berxwedana Rûmetê. Ew bi vîn û biryardariyeke xurt li hemberî dagirkerî û qirkirina dewleta Tirk sekinînin.

Heval Ronahî, di temenê xwe yê ciwan de ji bo bibe ferdeke dilpak ya doza gelê xwe, berê xwe da nav şoreşa gelan. Di nav malbateke welatparêz û xwedî berdêlên giranbiha de mezin dibe. Bi hişmendiya, jiyana azad diyarî jinan û gelan bike, têkoşiya. Di nav salên dirêj yên tekoşînê de, bi dilpakî, girêdana hevaltiyê timî di jiyana xwe de, ji rêhevalên dorhêla xwe re mînak bû. Gelek taybetmendiyên jinên şoreşger û tekoşeran di kesayeta xwe de ava kiribû. Bi vê sekna xwe li ser xaka kevnar ya xwedawandan lê jiyan kiribû, Tilhalef, bû kedkara mezin.

Hevrê Sara, xwedî heman serpêhatiyê bû. Rêheval Sara li ser xaka bi bereket ya ku bihust bi bihust bi keda jinan hatibû xweşikkirin li bajarê Efrînê mezin dibe. Di nav malbateke kedkar û welatparêz de jiyan dike. Ew di şopa hevrê û birayê xwe yê şehîd de bû pêşeng û tekoşera gelê xwe. Ji salên destpêkê yên şoreşê de beşdarî nav refên me bû. Di hemû şer û pêngavan de cihê xwe girt. Di pêngav û şerê li dijî DAIŞ’ê de cihê xwe girt. Di şerê li Efrîn û Şehbayê de cih girt, bi cesaret û fedekariya xwe bû mînaka rihê berxwedêr. Tevî ku di şerê li Şehba yê li dijî Cebhet El-Nusra de çavekî xwe winda kir, lê qet rojek ji bo xwe li pêşiya tekoşînê, nekir asteng. Îro li hemberî heman çeteyan li Girê Spî di çeperên pêş yên berxwedanê de cih girt û tevlî nav karwana şehîdan bû.

Ev ezmûna jiyana azad û biryardariya her du rêhevalên me di tekoşîna xwe de nîşan daye, ji bo me çavkaniya domandina tekoşîna azadiyê ye. Em li hemberî şehadeta van her du rêhevalên xwe careke din dibêjin wê keda şehîdan ji bo me her tim bibe hêvî û baweriya bi serkeftinê. Ji bo em bîr û baweriya şehîdên xwe bi cih bînin, çi ked û fedekarî ji niha û pê ve were xwestin, amade ne  ku pê rabin. Soza me dabû Arîn, Rêvana, Sozdaran, Barîn û Avêstayan, îro di şexsê hevrê Ronahî, Sara û tevahî şehîdên Berxwedana Rûmetê de nû dikin û dibêjîn wê têkoşîna şehîdên me ku daye bi serkeftinê bê tacîdarkirin.

Li ser wê bingehê em careke din di şexsê her du rêhevalan de, şehîdên tekoşîna azadiyê û şehîdên Berxwedana Rûmetê bi bîr tînin. Ji tevahî gelê me, mirovahî û malbatên her du hevalan re sersaxî dixwezin. "

Nasnameya şehîdan wiha  ne:

*****

Nasnav: Ronahî Gewda

Nav û Paşnav: Ceylan Aşkan

Navê Dayik: Remziye

Navê Bav: İslam

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê - 11.10.2019

*****

Nasnav: Sara Tîrêj

Nav û Paşnav: Sakîna Mıhemed

Navê Dayik: Henîfe

Navê Bav: Xalid

Cih û Dîroka Şehadetê: Girê Spî-  13.10.2019