Şêniyên Tebqayê şehîd Xebat oxir kir

Bi tevlîbûna bi sedan kesî cenazeyê şervanê QSD‘ê Îbrahîm El-Şêx (Xebat) li goristana Şehîdan a Tebqayê hate veşartin.

Şêniyên Tebqayê şehîd Xebat oxir kir
Şêniyên Tebqayê şehîd Xebat oxir kir
Şêniyên Tebqayê şehîd Xebat oxir kir
Şêniyên Tebqayê şehîd Xebat oxir kir
Şêniyên Tebqayê şehîd Xebat oxir kir
Şêniyên Tebqayê şehîd Xebat oxir kir
Şêniyên Tebqayê şehîd Xebat oxir kir
30 cotmeh, 2019   15:34
TEBQA

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Îbrahîm El-Şêx (Xebat) 28‘ê Cotmehê di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de li gundewarê navçeya Eyn Îsayê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên herêma Tebqayê cenaze ji nexweşxaneya Wetanî wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan hevseroka meclisê Emîne Ebdulrezaq û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê hevserokê Komîteya Aborî Ehmed Silman axivîn.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku bi saya keda şehîdan pêkhateyên herêmê di ava aramiyê de dijîn û bi yekrêzî piştgiriyê didin QSD‘ê.

Her wiha hate gotin ku bûyerên li herêmê rû didin li ser eniya pergalên zordest û dîrokê de lekeya şermê ye.

Kesên axivîn, soza şopandina rêya şehîdan dan û banga yekitiyê li pêkhateyên herêmê kirin.

Ji aliyê xwe ve fermendarê Hêzên Sûriye Demokratîk Omîd Gabar soza tolhildanê ji şehîdan re da û rola mezin a Hêzên Sûriye Demokratîk di tunekirian El-Bexdadî de bi bîr xist.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd ji hêla endama Meclisa Malbatên Şehîdan Reşa El-Taha ve hate xwendin û radestî malbata şehîd kir.

Paşê cenazeyê şehîd di nav berzkirina sloganên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.

(şx)

ANHA