Li bejahiya Serêkaniyê şer dewam dike, 24 çete hatin kuştin

Şervanên QSD`ê bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser bejahiya Serêkaniyê dan û di encamê de, 24 çete hatin kuştin û 2 erebeyên dagirkeran hatin teqandin.

Li bejahiya Serêkaniyê şer dewam dike, 24 çete hatin kuştin
28 cotmeh, 2019   07:32
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji şevê din heta vê kêliyê êrişên xwe li dijî gundewarên Serêkaniyê dewam dikin. Hêzên dagirker ji şevê din ve, bi çekên giran gundên Midbaxa, Mezreya Hemdûş, Dawudiyê, Dirdara, Mubarekiye, Mirekis û Sekeriye topbaran kir.

Şervanên QSD`ê bersiva êrişan dan û di encamê de, li gundê Mubarekiye 24 çete hatin  kuştin û 2 erebeyên dagirkeran hatin îmhakirin. Her wiha li gundên ku şer lê rû daye, kuştî birîndarên çeteyan hene, lê hejmara wan ne diyar e.

Îro vê sibê çeteyên artêşa dagirker dîsa xwestin bikevin gundê Midbaxa, şervanên QSD`ê bersiva wan didin û çete neçar dimînin bi paş ve birivin. Li vir jî kuştî û birîndarên çeteyan çêdibin, lê hejmara wam ne diyar e.

Di heman demê de, çeteyan vê sibê êrişî gundên Salihe û Til Qertel kirin. Şervanên QSD`ê bersiva êrişan dan û şerekî giran li herêmê rû dide.

(kc)

ANHA