Artêşa Tirk welatiyeke Ereb şehîd xistin

Di encama topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê yên Cehbet El-Nusra û DAIŞ li dijî gundê Xirbet Qerac de, welatiyeke ji pêkhateya Ereb şehîd bû.

Artêşa Tirk welatiyeke Ereb şehîd xistin
Artêşa Tirk welatiyeke Ereb şehîd xistin
Artêşa Tirk welatiyeke Ereb şehîd xistin
26 cotmeh, 2019   10:57
HESEKÊ

Di encama topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê ji gundê Xirbet Qerac ê di navbera Til Temir û Serêkaniyê de şehîd bû. Artêşa Tirk a dagirker bi tank û tapavêjan êrişî gundê Xirbet Qerac dike.

Di encama topbaranê de welatiya ji pêkhateyên Ereb Xewla Xidir Deham(30) û dayîka 4 zarokan ne, şehîd bû. Cenazeya Xewla rakirin nexweşxaneya Lêgerîn a navçeya Til Temirê.

 (eh)

ANHA