Şêniyên Tirbespiyê şehîd Hemze Xelef oxir kirin

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ku tev li bi merasîma oxirkirina şehîd Hemze Xelef bûn, banga berxwedanê û girêdana bi axê kirin û diyar kirin ku divê civaka navneteweyî sînorekî ji sûcên Tirkiyê re deyne.

Şêniyên Tirbespiyê şehîd Hemze Xelef oxir kirin
Şêniyên Tirbespiyê şehîd Hemze Xelef oxir kirin
Şêniyên Tirbespiyê şehîd Hemze Xelef oxir kirin
Şêniyên Tirbespiyê şehîd Hemze Xelef oxir kirin
Şêniyên Tirbespiyê şehîd Hemze Xelef oxir kirin
26 cotmeh, 2019   10:39
QAMIŞLO

Îro sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê bi merasîmek girseyî, cenazyê şervanê Erka Xweparastinê Hemze Xelef ku di êrişên artêşa Tirk a dagirker di Berxwedana Rûmetê li Serêkaniyê de şehîd bû, oxir kirin.

Merasîm li goristana şehîd Dilşêr a gundê Dugirê pêk hat. Li goristanê merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir, paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê rêveberiyê Ebdulkerîm Hesen û bi navê  malbata şehîd Hemze, Înad Xelef axivîn.

Axaftvanan sûcên Tirkiyê derheqê gelên Sûriyê û komkujiyên ku derheqê zarokan pêk tîne, şermezar kir û îşaret bi girîngiya rawestandina van sûcan ji aliyê civaka navneteweyî û darzandina Erdogan kirin.

Her wiha axaftvanan banga dewamkirina berxwedanê û girêdana bi axê kirin.

Paşê apê şehîd axivî û dewama rêya şehîd Hemze heta pêkanîna serkeftinê da.

Di dawiya merasîmê de, wesîqeta şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

 Di nav têlîliyên dayîkan de, şehîd Hemze hate oxirkirin.

(jo)

ANHA