Li Minbicê teqînek pêk hat- HATE NÛKIRIN

Li gorî agahiyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê mayîn bi hejmareke jinên DAIŞ‘î  û zarokên wan tevî hin qaçaxçî ve teqiya, dema hewl didan ber bi herêmên dagirkirî ve birevin.

Li Minbicê teqînek pêk hat- HATE NÛKIRIN
21 cotmeh, 2019   20:01
MINBIC

Di lêpirsîna Hêzên Ewlekariya Hundirîn a girêdayê teqîna li gundê  Catê ya bakurê rojhilatê Minbicê de derket holê ku mayîna bi 3 jinên DAIŞ‘î, tevî 9 zarokên wan û 3 qaçaxçî ve teqiya, dema hewl dida birevin herêmên dagirkirî. Hate diyarkirin ku 2 jinên DAIŞ‘î nasnameyên wan Lubnanî bû û yek Almanî bû.

Di teqînê de 2 qaçaxçî, jinek û 4 zarok birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên Minbicê. Li gorî bijîşkan lingê birîndarekî jêbû û yek din di çavê xwe de birîndar bû.

Li gorî agahiyan hêzên ewlekariyê qaçaxê sêyemîn windayî ye, nayê zanîn bê kar ji teqînê filitiye yanî jî birîndar bûye.

ANHA