Dagirkeran gundê Um Işib topbaran kir, şervanekî QSD`ê şehîd bû

Artêşa Tirk a dagirker îro di saetên sibê de gundê Um Işib ê di navbera bajarê Serêkaniyê û navçeya Dirbêsiyê de topbaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê  di encamê de şervanekî QSD`ê şehîd bû.

Dagirkeran gundê Um Işib topbaran kir, şervanekî QSD`ê şehîd bû
21 cotmeh, 2019   07:24
HESEKÊ

Nûçegihanê me ragihand ku artêşa Tirk a dagirker îro saet 04:00`an gundê Um Işib ê di navbera bajarê Serêkaniyê û navçeya Dirbêsiyê de topbaran kir.

Nûçegihanê me diyar kir ku li gorî agahiyên destpêkê di encama topbaranê de şervanekî QSD`ê şehîd bû.

(bx)

ANHA