Cenazeyê 12 şehîdên sivîl ji bin enqazan hatin rakirin

Kerwanê piştgiriyê yê herêma Cizîrê li gundê  Mişrafayê cenazeyê 12 şehîdên sivîl ji bin enqazan rakirin.

Cenazeyê 12 şehîdên sivîl ji bin enqazan hatin rakirin
18 cotmeh, 2019   12:50
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mişrafayê yê girêdayî Serêkaniyê topbaran kir. Di encamê de malên sivîlan hatin hilweşandin.

Beriya çend kêliyan kerwanê piştgiriyê yê xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihişt gundê Mişrafayê  û dest bi lêgerîna li cenazeyan kir.

Li lêgerîn de cenazeyê 12 şehîdên sivîl hatin rakirin.

Xebatên lêgerînê didome.

ANHA