Di topbarana li ser Qamişlo de, 3 sivîl birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Qamişlo topbaran kir û di encamê de, 3 sivîl birîndar bûn.

Di topbarana li ser Qamişlo de, 3 sivîl birîndar bûn
17 cotmeh, 2019   16:17
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saet 16:30`an de taxên bajarê Qamişlo ku bi hezaran sivîl têde hene, topbaran  kir.

Topbaran taybet li taxa Qinat Siwês û Meyselûn ket û di encamê de, zaroka bi navê Reha Fehed Îbrahîm Misirî (8), Nîdal Mihemed Zekî û Mihemed Salih Abdullah birîndar bûn.

Her wiha çend top li Qamişlo ketin, lê ne teqiyan, Hêzên Ewlehiya Hundirîn dest bi rakirina wan topan ji nava bajar dikin.

(kc)

ANHA