Li eniya Girê Spî, du panzêr û 3 erebeyên leşkerî yên dagirkeran hatin teqandin

Li sêgoşeya navçeya Çelebiyê, Eyn Îsa û gundê Kendalê, ji vê sibê de şerên giran li gelek gundên Girê Spî rû didin û şervanên QSD`ê derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xistin.

Li eniya Girê Spî, du panzêr û 3 erebeyên leşkerî yên dagirkeran hatin teqandin
17 cotmeh, 2019   15:14
GIRÊ SPÎ

Li derdora gundê Izahe yê girêdayî girêdayî Girê Spî li konvoyekî çeteyan de hate xistin û 2 erebeyên çeteyan hate rûxandin, lê hejmara kuştî û birîndaran ne diyar e. Di gundê Izahe de şervanên QSD`ê li konvoyekî çeteyan hate xistin û 2 panzêr hatin rûxandin.

 Di heman herêmê de, şervanên QSD`ê erebeyeke dagirkeran rûxandin.

Şerê li herêmê dewam dike.

(kc)

ANHA