Dewleta Tirk careke din êrîşî nexweşxaneya Serêkaniyê dike

Şervanên QSD`ê bê navber ev sê roj in bersivên êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Serêkaniyê dide. Dewleta Tirk a dagirker careke din êrîşî nexweşxaneya Serêkaniyê dike.

Dewleta Tirk careke din êrîşî nexweşxaneya Serêkaniyê dike
17 cotmeh, 2019   11:29
HESEKÊ

Ev sê roj in artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran wekî tang û obîs û balafirên şer êrîşî bajarê Serêkaniyê dike. Şervanên QSD`ê jî li hemberî van êrîşan berxwedaneke mezin raber dikin û şerên giran rû didin.

Di van kêliyan de, careke din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tang û obîsan êrîşî nexweşxaneya Serêkaniyê û navenda bajarê dikin. Hêjayî gotinê ye ku di nexwşexaneya Serêkaniyê de, gelek sivîlên birîndar hene.

Şervanên QSD`ê berisveke tûnd didin û şerekî dijwar rû dide.

(kc)

ANHA