Bîlançoya roja 8’emîn a Berxwedana Rûmetê... artêşa Tirk a dagirker çekên qedexekirî bi kar tîne

Artêşa dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û topavêjên giran herêmên Bakur û Rojhihlatê Sûriyê bombebaran dike. Piştî acizbûna li hember Berxwedana Rûmetê, artêşa dewleta Tirk a dagirker çekên qedexekirî li Serêkaniyê bi kar tîne.

Bîlançoya roja 8’emîn a Berxwedana Rûmetê... artêşa Tirk a dagirker çekên qedexekirî bi kar tîne
17 cotmeh, 2019   08:38
QAMIŞLO

Artêşa dewleta Tirk a dagirker di topbaranên li dijî barok û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku şênî tê de hene, berdewam e û her wiha jî piştî acizbûna derbasbûna bajarê Serêkaniyê, çekên li navdewletî qedexekirî, bi kar tîne.

Serêkaniyê

Li herêma Serêkaniyê, şervanên QSD’ê li gundên Menacîr, Lêlan, Umerî û Ehrez ên ku di navbera bajarên Serêkaniyê û Til Temirê de ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî wan bûne, çalakî pêk anîn. Piştî çalakiyên QSD’ê gund vegerandin û bi dehan çete kuştin.

Ji aliyekî dîtir ve jî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl da bikevin gundê Alyayê, lê QSD’ê êrîşên wan têk birin û derbeyên giran lê dan.

Li kêlekê jî, şervanên QSD’ê êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi hewldana derbasbûna bajêr ji aliyan ve (rojhilat, rojava û bakur) û di nava topbaran û bombebaranên dijwar de têk birin. Artêşa dewleta Tirk a dagirker di êrîşên li dijî bajêr û şervanên QSD’ê de çekên li navdewletî qedexekirî ne, bi kar anîn.

Balafirên artêşa dewleta Tirk a dagirker, nahêle erebeyên ambulansê derbasî bajêr bibin ku birîndaran tedawî bikin û têketina bajêr bi balafirên şer bombebaran dike.

Bi vê êrîşê re gelek sivîl şehîd bûn û yên di bajêr de jî mane, di xetereyê de û li gel jî artêşa dewleta Tirk a dagirker çekên qedexekirî bi kar tînin.

Eyn Îsa

Li navçeya Eyn Îsa, şerekî dijwar di navbera şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li kampa Eyn Îsa, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî ve û QSD’ê ji aliyekî dîtir ve bi dirêjahiya 3 rojan bê navber domand.

Komeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji aliyê bakurê kampa Eyn Îsayê ve bi dizî hatin, çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan ji kampê revandin. Agir bi kampê xist û çeteyên DAIŞ’ê berê xwe da herêmên dewleta Tirk a dagirker.

Li êrîşên ku li derdora kampê rû daye de, QSD’ê 2 erebeyên doçka li ser, desteser kirin.

Di heman demê de jî di navbera çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û leşkerên rejîma Sûriyê li derdora navçeyê de, şerek qewimî. Di encamê de 3 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

Piştre hêzên Rûsyayê û leşkerên rejîma Sûriyê bi dewriyeyekê li navçeya Eyn Îsayê geriyan û ji nû ve vegerîn û li Lîwa 93 a li nêzî navenda navçeyê bi cih bûn.

Duh artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Rafîa yê di navbera navçeya Eyn Îsa û bajarokê Çelebiyê yê li gundewarê kantona Girê Spî de, bi çekên giran topbaran kir.

Di encama topbaranê de, sivîlê bi navê Ehmed Ebdo(35) û bavê 4 zarokan e, şehîd bû. Her wiha topbarana dewleta Tirk a dagirker, zaroka bi navê Meryem Abdullah Corî(14) birîndar kir û niha rewşa wê giran e. Ehmed Hemûd Ebid(34) bavê 2 zarokan e, birîndar bû û niha tedawî dibe, şêniya bi navê Yasmîn Mihemed Elî(33) jî birîndar bû û niha rewşa wê giran e.

Li gundê Kendalê yê bejahiya rojavayê Girê Spî şervanên QSD`ê erebeyek BMB rûxandin û ajokarê wê kujtin û erebeyeke din a BMB teqandin.

Şervanên QSD`ê karwanekî çeteyan li gundê Yaqor ê li ser rêya navbera Girê Spî û Eyn Îsa de kirin armanc û erebeya BMB rûxandin, her wiha hejmarek çeteyan  hatin kuştin, lê belê hejmara wan ne diyar e.

Piştî şerê dijwar ê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyan de, şervanan gundê Celbê ya ku nêzî bajarê Girê Spî ye vegerandin û di encama derbeyên giran ên şervanan, çete ji gund reviyan. 

Şervanên QSD`ê karwanê çeteyan ê li gundê Wasta yê bejahiya Girê Spî kirin armanc û çete hatin kuştin û 5 din jî birîndar in.

Di heman demê QSD`ê 2 tengên artêşa Tirk û çeteyên wê li gundê Ebû Sira ya rojavayî navçeya Eyn Îsa û bajarê Girê Spî teqandin. 

Rojanmeya Orşelîm Post kifş kir ku artêşa Tirk a dagirker tengên M60-A1 bi kar tînin ev jî çeken nû yên Îsraîlê ne.

Kobanê

Artêşa Tirk bi tank, top û çekên giran gundên"Seftek, Boban, Xoxorî, Kor ALî, Zor Maxar û bajarokê Şêx topbaran kirin, QSD`ê jî bersiv da û li seranserî sînor û gundên navên wan hatin diyarkirin şerekî dijwar rû da. 

QSD`ê di navbera gundên Çelebiyê û başûrê rojhiatlê Ebû Sirayê ya kantona Kobanê 2 tanzer û 2 doşka rûxandin.  

Duh hêzên Koalîsyona Navdewletî baregeha xwe ji Xereb Işk a bajarê Kobanê vekişandin, tê zanîn ku baregeh li herêmê ya sereke bû.Piştî teqemeniyên xwe rakirin û vekişiyan baregeha xwe teqandin.  

Li hevpeymana bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk re, di saetên şevê de karwarek hêzên rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê derbasî bajarê Kobanê bûn. 

Minbic 

Li gundê Yaşlî ku di bakurê rojavayê bajarê Minbicê de, di navbera Meclisa leşkerî ya Minbicê û çeteyên artêşa Tirk de şerekî giran rû da.

Her wiha gundên Til Sêda, Um Edeset El-Farat û Eseliyê bi topavêj û moşekan hatin topbarankirin û ziyanên madî çêbûn, Meclisa Leşkerî ya Minbicê û hêzên rejîmê jî bersiva êrîşan da û şerekî dijwar rû da.

Dêrik 

Hêj artêşa Tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike û gundên Qeser Dîb û Eyn Dîwar ê bakurê Dêrikê bi tankan topbaran kirin. 

QSD`ê bersiva topbarana gundê Dîb ê bajarê Dêrikê dan û 3 leşkerên artêşa Tirk kuştin û çendekên din jî birîndar bûn.

Di heman demê de balafirên şer ên artêşa Tirk li asmanê herêma Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê digerin.

(fr-eh)

ANHA