Rojnamegerên li Serêkaniyê: Topbaran dijwar e û dagirkerî nexweşxaneya yekane hedef digire

Rojnamegerên ku rewşên eniyên şer ên li bajarê Serêkaniyê dişopînin, piştrast kir ku bajar ji şev heta vê sibehê rastî êrîşên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hat û diyar kir ku dagirkerî bi awayekî giran naxweşxaneya yekane ku birîndarên sivîl tedawî dike, hedef digire da ku ji xizmetê derkeve.

Rojnamegerên li Serêkaniyê: Topbaran dijwar e û dagirkerî nexweşxaneya yekane hedef digire
17 cotmeh, 2019   08:37
HESEKÊ

Di pêşdeçûnên bûyer û rewşên şer ên li bajarê Serêkaniyê de ku derbasî roja xwe ya 9’emîn bûye, rojnameger Ersîn Çaksu ku rewşê ji hundirê bajêr ve dişopîne, piştrast kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şeva berê bi hemû çekên giran û li rexê jî bombebaranên bi balafirên şer êrîş kirin.

Her wiha jî rojnameger îşaret pê kir ku êrîşên şeva berê hedefgirtina nexweşxaneya yekane ya li bajêr a ku birîndarên sivîl derman dike da ku ji xizmetê derkeve. Lê belê QSD bi hemû hêza xwe li hember êrîşan sekinî, êrîş têk birin û derbeyên giran li dijmin dan.

Çaksu bal kişand ser ku êrîş di 2 aliyan ve pêk hatin û ji vê sibehê ve şerekî dijwar li derdora bajêr li aliyên rojhilat û rojava rû dide.

(fr)