Hêzên dagirker ji sê aliyan ve êrîşî Serêkaniyê dikin, QSD`ê bersiveke tund dide

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, xwestin ji sê aliyan ve dîsa bikevin Serêkaniyê, şervanên QSD`ê bersiveke tund dan û şerekî giran rû dide.

Hêzên dagirker ji sê aliyan ve êrîşî Serêkaniyê dikin, QSD`ê bersiveke tund dide
16 cotmeh, 2019   10:56
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xwestin ji aliyê pêşesazî (sinaa), Hawrne û deriyê sînor ve bikevin Serêkaniyê. Şervanên QSD`ê bi tundî bersiva êrîşan dan û şerekî giran rû dide. Heta niha gelek kuştî birîndarên dagirkeran hene.

Di heman demê de, balafirên şer jî bajarê Serêkaniyê bombebaran dikin. Her wiha dagirker bi obîsan jî bajar topbaran dikin.

(kc)

ANHA