Birîndarên sivîl qala êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundên wan kir

Birîndarên ji gundê Rîhaniyê got artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê wan bi topavêjan û çekên giran hedef girt û di encamê de birîndar bûn.

Birîndarên sivîl qala êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundên wan kir
16 cotmeh, 2019   07:51
HESEKÊ

Bîrandar rakirin nexweşxaneya bajarê Til Temirê.

Birîndar, 2 jin û kalemêrek in ku ji gundê Rîhaniyê yê li rojavayê gundê Aliya yê li gundewarên rojavayê Til Temirê ne. Di encama êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ketober de birîndar bûn.

Ji destpêka êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 9’ê Cotmehê ve, bi dehan qurbaniyên sivîl û birîndar hene.

(fr)