Li bejahiya Eyn Îsayê, çeteyan gule li sivîlan reşand

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li aliyê gundê Ebû Sirê yê rojavayî Eyn Îsayî gule li erebeyeke sivîlan reşand.

Li bejahiya Eyn Îsayê, çeteyan gule li sivîlan reşand
15 cotmeh, 2019   08:04
EYN ÎSA

Di encamê de, du sivîlek şehîd bûn, yek jî birîndar bû. Sivîlê birîndar niha li Eyn Îsayê tê dermankirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha bi çend rojan çeteyên artêşa Tirk a dagirker li ser rêya navneteweyî ya di navbera Eyn Îsa û Til Temirê, komkujiyek derheqê sivîlan de pêk anîn û di encamê de bi dehan sivîl şehîd bûn, ji nava wan jî Serkertêra Giştî ya Partiya Sûriyê Pêşerojê Hevrîn Xelef ku bi awayekî hovane ji aliyê çeteyan ve hate şehîdxistin.

(kc)

ANHA