Artêşa dagirker gundên rojavayî Kobanê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker ji saetên sibê de, gundên Siftek, Boban, Xorxirê û Şikeftê yên rojavayî bajarê Kobanê topbaran dike. Di heman demê de, QSD`ê hewldaneke dagirkeran ku dixwestin ji Cerablûsê derbas bibin, têk birin.

Artêşa dagirker gundên rojavayî Kobanê topbaran dike
15 cotmeh, 2019   06:31
KOBANÊ

Şervanên QSD`ê li hemberî  gundên Boban û Siftekê bersiv dan û bargehên artêşa dagirker kir armanc. Heta niha hejmara kuştiyên artêşa dagirker ne diyar e.

Di heman demê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundên Cerablûsê, gundên Kobanê yên li qeraxa çemê Firatê topbaran kirin. Dagirkeran ji gundê Emarne yê başûrê bajarê Cerablûsê gundên Kobanê topbaran dikirin.

Li vir jî QSD`ê bersiv dan û noqteyên çeteyan kirin armanc, tê gotin bi dehan ji çeteyan hatine kuştin.

Her wiha çeteyên artêşa dagirker hewl dan ji Cerablûsê bi rêya çemê Friatê derbasî qeraxa rojhilatê Firatê bibin, şervanên QSD`ê bersiva wan û hewldana wan têk birin.

(kc)

ANHA