Şêniyên Kobanê: Em bi qasî bihostekê jî dev ji vê xakê bernadin

Şêniyên bajarê Kobanê got ew ji vê xakê çêbûne û dê li ser bimirin û gavekê paşde venakişin. Her wiha destnîşan kir ku dê dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe bidin da ku parastina xaka xwe bikin.

Şêniyên Kobanê: Em bi qasî bihostekê jî dev ji vê xakê bernadin
13 cotmeh, 2019   11:01
KOBANÊ – HÊZA HESEN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike ku hemû zagon û belgeyên navneteweyî binpê kirine da ku herêmê dagir bike û qelê wê qir bike.

Di van kêliyan de, şervanên QSD`ê di bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê de dewam dikin.

Şêniyên herêmê ji ANHA`yê re destnîşan kir ku ew ê li pêşiya dagirkeriya Tirkiyê bisekinin û dev ji xaka xwe bernadin.

Li kolaneke bajarê Kobanê, şêniyê bi navê Salih Elî got ew derbasbûna dagirkeriya Tirkiyê di nava xaka wan de ku bi xwîna şehîdan û birîndaran hatiye avdan, qebûl nakin. Salih wiha got: "Em ê li pêşiya êrîşên Tirkiyê yên hovane li ber xwe bidin, zarokên me jî dê vê rêyê bişopînin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ku dixwaze qira Kurdan bîne, li ber xwe bidin."

Salih bang li gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê û hemû parçeyên Kurdistanê û cîhanê kir ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe bidin.

Dermanfiroş Xelîl Mislim diyar kir ku baweriya wan bi şervanên QSD`ê heye. Mislim wiha axivî: "Ji bo ku em bi hêz bin û êrîşên dijminên xwe têk bibin, pêwîstiya me bi yekitiyê heye. Divê hêzên Kurd bibin yek, ji ber ku ev pêvajo, pêvajoya hebûn û tunebûnê ye."

Xelîl Mislim destnîşan kir ku şêniyên Kobanê li pêşiya êrîşên Tirkiyê nakevin û îradeya wan mezin e û dê têkoşîna li dijî dagirkeran dewam bikin.

Her wiha ciwanê bi navê Azad Şerîf jî got ew ji vê axê çêbûne û dê li ser bimirin û nehêlin Tirkiyê dagir bike.

(jo)

ANHA