Bi dîmen…Nûçegihanên me ANHA ji nava Serêkaniyê: Serêkaniyê liberxwe dide, şer didome

Nûçegihanên me ji navenda bajarê Serêkaniyê ragihandin ku berxwedanî li Serêkaniyhê dewam dIke û li gelek taxan şer didome.

Bi dîmen…Nûçegihanên me ANHA ji nava Serêkaniyê: Serêkaniyê liberxwe dide, şer didome
12 cotmeh, 2019   11:04
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji bajarê Serêkaniyê Mihemed Ekencî ragihand ku ew heta niha li Serêkaniyê ne û Hêzên Sûriyê Demokratîk jî li dijî êrîşên dagirkeran berxwedaniyeke bêhempa nîşan dide. Nûçegihanê me teqez kir ku li gelek taxên bajar şer dewam dike.

Her wiha nûçegihanê me piştrast kir ku îdîayên dewleta Tirk a dagirker a kontrolkirina bajar ne rast in û hebûna wan di nava bajar de isbata vê yekê ye.

Nûçihanê me bibîr xist ku balafirên şer û topavêjin artêşa  adagirker Serêkaniyê dikin hedef.

(kc)

ANHA