Yekemîn Mihrîcana Genim li Serêkaniyê li dar ket

Jinên herêma Cizîrê bi hevkariya Kooperatîfa Aborî ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemên gelêrî yên ji genim ku ji bi destê jinan hatine çêkirin di Yekemîn Mihrîcana ku li gundê El-Tililiyê de yê girêdayî herêma Serêkaniyê li dar ketiye pêşkêş kirin.

Yekemîn Mihrîcana Genim li Serêkaniyê li dar ket
Yekemîn Mihrîcana Genim li Serêkaniyê li dar ket
Yekemîn Mihrîcana Genim li Serêkaniyê li dar ket
Yekemîn Mihrîcana Genim li Serêkaniyê li dar ket
Yekemîn Mihrîcana Genim li Serêkaniyê li dar ket
Yekemîn Mihrîcana Genim li Serêkaniyê li dar ket
30 îlon, 2019   18:25
HESEKÊ

Bi dirûşmeya `Axê biçînin û geş bikin` bi armanca vejandina berhemên jinê yên gelêrî Aboriya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yekemîn Mihrîcana Genim bi tevlibûna bi sedan jinên herêma Firatê bi tevahiya pêkhateyên wê li dar xist.

Bi dehan jin Hesekê, herêma Serêkaniyê, navçeya Dirbêsiyê, Zergan û tev li mihrîcanê bûn.

Jinan di mihrîcanê de berhemên xwe yên gelêrî mîna nanê tenûr û berhemên genim pêşkêş kirin. Her wiha Aboriya Jinê hinek berhemên Yekitiya Kooperetîfên Aboriya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna dimis, leçer, zeytûn, mekdûs û şênkahiyên ku pê mûnê çêkirine  pêşkêş kirin

Mihrîcan bi axaftina endama rêveber a Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn Paşo ve destpê kir. Evîn mihrîcan li jinan pîroz kir û tekez kir ku bi rêya mihrîncana keda jinê hate diyarkirin, her wiha diyar bû ku jin dikare debara xwe bi cih bîne û aboriya xwe pêş bixîne.

Di dawiyê de Koma Şehîd Gostêr û Koma Arjîn a dîlanê yên girêdayî Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya kantona Hesekê berhemên xwe yên gelêrî û beşdaran xelekên govendê gerandin.

(şx)

ANHA