Dewleta Tirk bombe li gundên Binarê Qendîlê barandin

Balafirên şer ên dewleta Tirk di nava 24 saetan de cara duwem gundê Zêweke li Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Dewleta Tirk bombe li gundên Binarê Qendîlê barandin
26 îlon, 2019   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê; balafirên şer ên dewleta Tirk di saet 16:00’an de derdora gundê Zêweke yê Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Xelkê gund ji ber metirsiya bombebaranan berê xwe dan şikeft û dolên li derdora gund.

Têkildarî ziyanên canî heya niha tû zanyarî bidest neketine.

Lê hate ragihandin ji ber bombebaranê agir bi eraziyê deverê ketiye.