‘Malbata demokratîk bingeha civaka azad e" mijara semînerê bû

Kongreya Star a bajarê Dêrikê bi navnîşana "Malbata demokratîk bingeha civaka azad e" semînerek da.

‘Malbata demokratîk bingeha civaka azad e" mijara semînerê bû
‘Malbata demokratîk bingeha civaka azad e" mijara semînerê bû
‘Malbata demokratîk bingeha civaka azad e" mijara semînerê bû
16 îlon, 2019   17:24
QAMIŞLO

Rêxistina Kongreya Star a bajarê Dêrikê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava "Xak û rumeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ‘ê tine bike" semînereke bi navnîşana "Malbata demokratîk bingeha civaka azad e"da.

Semîner li hola civakê ya kongreyan a bajarê Dêrikê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan hate dayîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, hevseroka kantona Qamişlo Perwîn Yûsif axivî û bal kişand li ser têkiliyên li ser esasê rêzgirtin û wekheviya di navbera herdu zayendan de, çareserkirina pirsgirêkan bi rêbazên demokratîk dûrî înkarkirin û tundiyê ya ku bandoreke neyinî li piskolojiya zarokan dike.

Perwerîn her wiha anî ziman ku perwerdekirina durust a zarokan dikeve ser milê dê û bav û nêzîkatiyên wan ji hev re û ji zarokan re û got, avakirina civakeke azad û demokratîk ji malbatê û azadiya jin dest pê dike.

Di dawiya semînerê de beşdaran li ser mijarê nêrîn û pirsên xwe anîn ziman.

ANHA