Li Qamişlo pêşangeha tabloyên ku êşa jinan vedibêjin

Tabloyên şêwekar Nûr Şêxo ku îro li Navenada Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo tên pêşandan, êşa jinan a ji ber zilm û zordestiyê vedibêjin.

Li Qamişlo pêşangeha tabloyên ku êşa jinan vedibêjin
Li Qamişlo pêşangeha tabloyên ku êşa jinan vedibêjin
Li Qamişlo pêşangeha tabloyên ku êşa jinan vedibêjin
Li Qamişlo pêşangeha tabloyên ku êşa jinan vedibêjin
Li Qamişlo pêşangeha tabloyên ku êşa jinan vedibêjin
4 îlon, 2019   10:32
QAMIŞLO

Bi piştgiriya Hêzên Kurdî “Rojava”, îro pêşangeheke şêwekariyê ya şêwekar Nûr Şêxo li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo vebû. Di pêşangehê de bi dehan tabloyên ku rewşa jinan û xwezaya Kurdistanê vedibêjin, tên pêşandan.

Di merasîma vekirina pêşangehê de, endamên Hêzên Kurdî “Rojava” û gelek hunermend û hunerhezên herêma Cizîrê amade bûn.

Pêşangeh ji aliyê dayika şehîd Şêro Amûdê ve ku di hemleya rizgarkirina Minbicê ya sala 2016`an de şehîd bû Nûrî Elî ve hate vekirin.

Di pêşangehê de 38 tablo hene û êşa jinan a ji ber zilm û zordestiyê, bendewariya dayikan ji zarokên xwe re yên di girtîgehên rejîmê de bêyî ku çarenûsa wan nas bikin, çawaniya parastina jinan ji çanda xwe re û xwezaya Kurdistanê ya dewlemend vedibêjin.

Tê payîn ku pêşangeh heta 5`ê Îlonê (sibê) dewam bike.

(kc)

ANHA