Îran amadekariyên civîneke awarte dike

Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku roja yekşemê der barê doza nukleerî ya Îranê de dê li Viyanayê civîneke awarte li dar bixe.

Îran amadekariyên civîneke awarte dike
23 tîrmeh, 2019   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Îranê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê roja yekşemê der barê rizgarkirina dosyaya nukleerî ya Îranê civîneke awarte bi beşdarbûna hêzên mezin li paytexta Awisturyayê (Nemsa) Viyanayê li dar bixe.

AFP’ê ragihand ku wezaretê diyar kir ku dewletên ku ev lihevkirina nukleerî  li hev kirine, ji bilî DYA`yê ku xwe jê vekişandine, dê hemû tev lê bibin.

Ev civîna komîteya awarte ya taybet bi dosyaya nukleerî ya Îranê ku 2015`an hat îmzekirin, piştî mehekê ji hevdîtineke bi heman rengî li Viyanayê dê were lidarxistin.

(bx)