Çalakiya mertalên zindî ya li Kobanê di roja 2‘yemîn de didome

Çalakiya mertalên zindî ya xelkên Kobanê li ser sînor a li dijî gefên dagirkeriya Tirk didome.-

Çalakiya mertalên zindî ya li Kobanê di roja 2‘yemîn de didome
Çalakiya mertalên zindî ya li Kobanê di roja 2‘yemîn de didome
Çalakiya mertalên zindî ya li Kobanê di roja 2‘yemîn de didome
Çalakiya mertalên zindî ya li Kobanê di roja 2‘yemîn de didome
Çalakiya mertalên zindî ya li Kobanê di roja 2‘yemîn de didome
Çalakiya mertalên zindî ya li Kobanê di roja 2‘yemîn de didome
Çalakiya mertalên zindî ya li Kobanê di roja 2‘yemîn de didome
Çalakiya mertalên zindî ya li Kobanê di roja 2‘yemîn de didome
18 tîrmeh, 2019   15:26
KOBANÊ

Nerazîbûna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gef û êrîên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome. Duh bi sedan şêniyên kantona Kobanê li ser sînorê Bakurê Kobanê dest bi çalakiyên mertalên zindî kirin.

Konê çalakiyê li gundê Qeremox ê nêzî sînor hatiye vedan û di roja duyemîn de didome. Çalakiya îro ji aliyê endamên navçeya Şêranê ve hate dorgirtin. Bi sedan kes herikîn bin kon û nerazîbûn nîşanî gefên Tirkiyê dan.

Di bin konê çalakiyê de pankarên "Ji dagirkeriya faşîst re na " û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hatin daliqandin.

Helbestvan Ferhadê Merdê di bin konê çalakiyê de helbestên xwe xwend.

Çalakiyên mertlên zindî yên bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê yên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qamişlo û Girê jî didome û seranserî Bakur û Rojilatê Sûriyê çalakiyên nerazîbûnê têne lidarxistin.

ANHA