Şandeyek jinên ewropî serdana Eyn Îsayê kir

Şandeyek jinên ji Îtalyayê serdana Desteya Jin a Rêveberiya Xweser kir da ku ji nêz ve tecrubeya jinan a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriytê nas bike.

Şandeyek jinên ewropî serdana Eyn Îsayê kir
Şandeyek jinên ewropî serdana Eyn Îsayê kir
Şandeyek jinên ewropî serdana Eyn Îsayê kir
Şandeyek jinên ewropî serdana Eyn Îsayê kir
1 tîrmeh, 2019   14:54
EYN ÎSA

Şande ji 5 endamên ji tevgerên jinan ên Îtalyayê Julia, Letitia, Simona, Adly, Jia pêk hat.

Şande ji hêla seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser Cîhan Xidro û her du cîgirên wê Meha El-Elî û Rûken Mela Ibrahîm ve hate pêşwazîkirin.

Her du aliyan civînek li dar xist. Di civînê de seroka Desteya Jinan Cîhan Xidro sazumaniya rêxistinî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, armanc û xwezaya karê desteyê şîrove kir.

Cîhan tekez kir ku jin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rola xwe rastîn dilîze û di her qadan de; siyasî, civakî û leşkerî cih digirin. Her wiha destnîşan kir ku jinan di nav refên YPJ`ê de şerê terorê kir û rolek di tunekirina wê de li Dêrazorê lîstin.

Cîhan di nava axaftina xwe de diyar kir projeya netewa demokratîk a li herêmên Rêberiya Xweser pêk hatiye, projeya ne navendî, pirrengiya demokratîk diyar kir. Her wiha got, Desteya Jin beşek ji vê projeyê ye ku mîna wê di cîhanê de tine ye û destnîşan kir ku jinên Kurd di vî alî de li pêş bûn.

Ji aliyê xwe ve şandeya Îtalî pesna tecrubeya jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da. Endamên şandeyê destnîşan kirin ku wan serdana gelek herêmên gelek pêkhate lê dijîn kirin, dîtin ku her pêkhateyek bi azadî û bi çanda xwe dijî.

Seroka Desteya Jinan Cîhan Xidro bersîva pirsên şandeyê da yên girêdayî cih û erdnîgariya Eyn Îsayê weke mînaka biratî û pirrengiya di navbera tevahiya pêkhateyên herêmê de ye.

Di dawiya serdanê de şandeyê spasiya Rêveberiya Xweser û Desteya Jinan kir û hêvî kirin ku carek din serdana herêmê bikin da ku tecrubeya jinê nas bikin û hewl bidin li qadek berfirh belav bikin.

Serdana şandeya jinan a Îtalî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e. Tê payîn ku şande serdana herêmên nû ji DAIŞ`ê rizgarkirin bike.

(şx)
ANHA