YJA Starê li artêşa Tirk da: 3 leşker hatin kuştin

HPG‘ê ragihand ku hêzên YJA Starê li leşkerên Tirk ên li girekî ji bo ewlekariya Qereqola Wargenima ya girêdayî Geverê lê bi cih bûbû, da. Di encamê de bi qasî hate zelalkirin 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.

YJA Starê li artêşa Tirk da: 3 leşker hatin kuştin
8 hezîran, 2019   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG‘ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 8‘ê Hezîranê anku îro saet di 04:45‘an de li dijî yekîneya artêşa Tirk a dagirker a li girekê ji bo ewlekariya Qereqola Wargenima a girêdayî navçeya Gever a Culemêrgê bi cih bûbûn, çalakiyek kirin.

HPG‘ê wiha got: “Di vê çalakiyê de ku li çeper û kozikên leşkeran ên li gir bi xurtî hate xistin, bi qasî hate zelalkirin 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi obus û hewanan qad topbaran kir.

7‘ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker saet 07:00‘an devera Şehîd Bêrîtan a girêdayî herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir. Di vê bombebaranê de tu windahiyên hêzên me nîn in.”