Ciwanên Tebqayê çalakiya xwe didomînin

Bi dehan endamên Meclisa Sivîl a bajarokê Cirniyê û gundewarên wê tev li çalakiya Meclisa Ciwanên Tebqa û Yekitiya Jinên Ciwan bûn. Konê çalakiyê di roja 8`emîn de didome.

Ciwanên Tebqayê çalakiya xwe didomînin
Ciwanên Tebqayê çalakiya xwe didomînin
Ciwanên Tebqayê çalakiya xwe didomînin
11 gulan, 2019   12:40
TEBQA

Konê çalakiyê ku ji aliyê Meclisa Ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan ên Tebqayê ve ji bo şermezarkirina kiryar û binpêkirinên dewleta Tirk û lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê, di roja 8`emîn de didome.

Di serlêdana şandeya Cirniyê de hevserokê Mala Gel a Mehmûdlî ya girêdayî bajarokê Cirniyê Mustefa Nasir axivî û tekez kir ku ew ê heta dawiyê li dijî terorîstên serdemê û hikumeta faşîst destekê bidin ciwanan.

Mustefa di axaftina xwe de diyar kir ku lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve, îrade û hêza wan ji bo rizgarkirina her bihostek ji xaka Sûriyê zêde dike.

Nasir diyar kir ku QSD`ê mezintirîn hêz tune kir û dikare hemû xaka Sûriyê rizgar bike.

Di dawiyê de Mustefa Nasir tekez kir ku berxwedana wan berdewam e.

Paşê sînevîzyon li ser bûyerên ku li Efrînê diqewimin û kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyan, hat pêşandan.

(bx)

ANHA