Li Tirbespiyê parkek hat vekirin

Buroya Jin a Şaredariya Gel a Tirbespiyê bi merasîmekê parkeke bi navê "Şehîd Zekiya" vekir. Di parkê de pêşengekek amûrên kevin û mûzexaneyek wêneyên şehîdan hene.

Li Tirbespiyê parkek hat vekirin
Li Tirbespiyê parkek hat vekirin
Li Tirbespiyê parkek hat vekirin
Li Tirbespiyê parkek hat vekirin
Li Tirbespiyê parkek hat vekirin
Li Tirbespiyê parkek hat vekirin
Li Tirbespiyê parkek hat vekirin
Li Tirbespiyê parkek hat vekirin
5 gulan, 2019   19:11
QAMIŞLO

Bi beşdarbûna bi sedan şêniyên navçeya Buroya Jin a Şaredariya Gel a Tirbespiyê îro bi merasîmekê parkeke bi navê "Şehîd Zekiya" ya ku di nava tevgera rizgariya Kurdistanê de şehîd bibû, vekir.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê deriyê parkê ji aliyê dayika şehîd Zekiya ve hate vekirin.

Hevseroka Şaredariya Gel a Tirbespiyê Sûad El-Hisên vekirina parkê li şêniyên navçeyê pîroz kir û diyar kir ku ev demeke ji vekirina parkê dixebitin da ku ji zarokan re bibe meqseda zarokan.

Park ji du qatan pê tê. Di qata yekemîn de pêşangeheke alavên kevin û di qada duyemîn de mûzexaneyek wêneyên şehîdên navçeyê hene.

Bi navê malbata şehîd Zekiya, birayê wê Mihemed Nezîr axivî, vekirina parkê li şêniyan pîroz kir û kesên ku desteka vekirinê dane spas kir. Mihemed Nezîr anî ziman ku serkeftinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemên keda şehîdan e û soza parastina destkeftiyên wan da.

Piştre beşdaran li parkê de geriyan û şêran hate belavkirin.

ANHA