Konferansa Rêveberiya Jinan didome

Yekemîn Konferansa Rêveberiya Jinan a Reqayê ku li hola Tac tê lidarxistin bi nîqaşan li ser rêziknameya rêveberiyê dewam dike.

Konferansa Rêveberiya Jinan didome
Konferansa Rêveberiya Jinan didome
Konferansa Rêveberiya Jinan didome
Konferansa Rêveberiya Jinan didome
Konferansa Rêveberiya Jinan didome
2 gulan, 2019   14:48
REQA

Konferansa Yekemîn Rêveberiya Jinan a herêma Reqayê vê sibehê bi dirûşmeya "Azadiyê jinê bingeha demokrasî û giyanê guhertinê ye" li hola Tac a navenda bajêr dest pê kiribû. Bi sedan jinên bajar û gundewarên Reqayê, endam û nûnerên rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî konferansê bûn.

Di konferanês de Seroka Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidor lidarxistina konferansê ji jinên herêma Reqayê pîroz kir û got bi saya berxwedana şervanên jin, Reqayê ji bajarekî tarî veguherî bajarê azadî û mirovahiyê.

Cîhan her wiha anî ziman ku jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rola xwe di her qadan de îsbat kirin û ji tevahî jinên cîhanê re bûne mînak û wiha domand: "Gelek xebat li benda me ye, tinekirina DAIŞ di aliyê erdîngarî de nayê wateya bidawîbûna xeteriya wê ya li ser civakê bi giştî li jinan bi taybet. Ji ber vê yekê divê xwe baştir pêşbixînin û rola xwe di her qadên jiyanê de aktîv bikin."

Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mustefa jî di konferansê de axivî û tev tişt anî ziman: "Jin nefes û giyanê jiyanê ye, jin dergûşa peyama mirovahiyê ye, jin şervan û şoreşger e û misogerkarera serkeftina şoreşê ye."

Leyla her wiha anî ziman ku jin derbasî xebatên siyasî dibe û serdemeke nû ji bingehê demokratîk û pirreng ava dike.

Di berdewama axaftina xwe de hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Leyla Mustefa girîngiya perwerdeyê ji bo jinan û tevlîbûna wê di her qadan de destnîşan kir.

Piştî axaftinan sinîvîzyoneke li ser xebatên salekî yên Rêveberiya Jinan a Reqayê hate pêşandan. Piştre rêzikname ji aliyê endama rêveberiyê Xewla El-Hisên ve hate xwendin û deriyê nîqaşan li pêşiya beşdaran ve hate vekirin.

Konferans bi nîqaşan li ser rêziknameyê dewam dike.

Tê payîn ku dê rêveberiya nû were hilbijartin û bi encamnameyê bi dawî bibe.

ANHA