Jinên Dêrazorê bi daxuyaniyekê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin

Endamên Rêveberiya Jinan a Dêrazorê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kir sînorekî ji sûcên Tirkiyê re deyne.

Jinên Dêrazorê bi daxuyaniyekê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin
30 nîsan, 2019   15:35
DÊRAZOR

Bi dehan endamên Rêveberiya Jinan a Dêrazorê li ber avahiya rêveberiyê ya herêma Cezrat a gundewarê Dêrazorê kom bûn û têkildarî lêkirina dîwar li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Jinan Marya El-Ebûd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û lêkirina dîwarê qutkirinê li Efrînê hate şermezar kirin û hate gotin "Dagirkeriya Tirkiyê navê ol bi kar tîne da ku armancên xwe pêk bîne, komên terorîst bi kar anîn û zarokên Efrînê qetil kirin û niştecihên wê koçber kirin û şûna wan kesên ji derveyê Efrînê bi cih kirin. Di heman demê de kuştin, talankirin û destdirêjiyê dikin."

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çarenûsa gelê herêmê yek e, hemû jî xwedî li fikrê Ocalan derketine yê ku azadiya jin ji azadiya civakê bi navê dike û wiha hate domandin: " Em jinên Dêrazorê dagirkirina xaka xwe û bêdengiya civaka navdewletî li hemberî sûcên dewleta Tirk ku pîvanên navadewletî pinpê dike şermezar dikin.

Em ji girtî û çalakgerên grevên birçîbûnê yên di girtîgehên faşzma Tirkiyê re dibêjin em piştgiriya we dikin ji ber ku hûn sembolên berxwedan û mirovahiyê ne."

Rêveberiya Jinan a Dêrazorê di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî kir li erka xwe pêk bîne û sînorekî ji binpêkirinê Tirkiyê li herêmên Bakurê Sûriyeyê deynin.

ANHA