Şêniyên Şêrawayê ruxmî topbaran domdar, li ser axa xwe ne

Di mehên Adar û Nîsanê de asta binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê zêde bûne. Di encama topbaranê de hêjmarek sivîl şehîd bûn û hinek jî birîndar bûn. Tevî wê jî şênî girêdana xwe bi xaka xwe û berdewamkirina berxwedanê heya rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran tekez dikin.

Şêniyên Şêrawayê ruxmî topbaran domdar, li ser axa xwe ne
Şêniyên Şêrawayê ruxmî topbaran domdar, li ser axa xwe ne
Şêniyên Şêrawayê ruxmî topbaran domdar, li ser axa xwe ne
Şêniyên Şêrawayê ruxmî topbaran domdar, li ser axa xwe ne
Şêniyên Şêrawayê ruxmî topbaran domdar, li ser axa xwe ne
Şêniyên Şêrawayê ruxmî topbaran domdar, li ser axa xwe ne
Şêniyên Şêrawayê ruxmî topbaran domdar, li ser axa xwe ne
8 nîsan, 2019   05:32
EFRÎN-ARIF SILÊMAN-XANDÎ ELO

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Adar û Nîsanê de topbaranên li ser gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê zêde kirine. Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de zaroka bi navê Ibtîsam Ehmed a 16 salî ku ji gundê Tinib ê ye şehîd bû.  Her du xwişkên wê Xifran El-Ehmed (14) salî, Fatme (17) û dayîka wan Diya El-Erec (42) jî birîndar bûn.

Her wiha gundên Soxinekê, Aqîbe, Ziyaretê, Tinib û Keştarê ji mehekê ve rastî sedan êrîşên bi top, moşekên tank û topavêjan, çekên doçka hatine. Dagirker ji gundên Cilbirê, Basilê û Kîmarê êrîş dikin.

Di encama topbaranên dijwar de hejmarek sivîl şehîd bûn, bi dehan birîndar bûn û zirarên madî gihaştin malên sivîlên gundên ku hatine bibîrxistin.

Tevî wê jî çeteyan duh derdora 30 malên li gundê Cilbirê yê girêdayî Şêrawayê bi riya tireksan rûxandin. Rûxandina malan ji saet 9:00`an heya 12:00`an berdewam kir. Çeteyan malên sivîlan vegerandin enkazan.

Li ser wê nûçegihanê ajansa me berê xwe da herêmên ku rastî topbaranê hatine û dîmen kişand. Di dîmenan de asta wêranbûnê xuya dibe.

Şêniyên herêmê li gundên xwe ne, karên xwe yên asayî pêk tînin û derketina ji gund red dikin.

Şêniya bi navê Cûrî Berekat ji şêniyên gundê Soxinekê yê navçeya Şêrawayê ye. Cûrî got: “Çeteyên artêşa Tirk a dagirker yên ku li Kîmar, Cilbirê û Basilê bi cih bûne rojane malên sivîlan topbaran dikin. Ev jî isbat dike ku dagirkeriya Tirk bi aramanca kuştina gel, wêrankirina gundan û guhertina demografiyê li Sûriyê ye."

Cûrî wiha berdewam kir: "Di gund de ji bilî sivîlan kesek tune ye. Gelo topbaran ji bo çi ye? Em ji wan re tekez dikin ku ji topbarana wan natirsin. Em ji gundê xwe dernakevin û em dest ji axa xwe bernadin. Em li gundê xwe li ber xwe didin. Bila Erdogan bizanibe ku em ji artêş, çete û siyasetên wî yên kirêt ên li ser gelê Sûriyê de natirsin. Kirinên wî dê wî tune bikin. Gelê me dê bi ser bilindî li ber xwe bide."

Eyşe Mele (55) ya ji navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ye û niha li gundê Soxinekê yê navçeya Şêrawayê dimîne got: "Her roj topên dagirkeriya Tirk li ser serê me dibarin. Em ji wan natirsin. Em ê bi vîna xwe li hember wan heya rigarkirina Efrînê bisekinin."

(şx)

ANHA