Hêzên rejîma Sûriyê topbarana li ser herêmên bê çêk zêde dike

Piştî kuştina 5 endamên rejîma Sûriyê ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ve, îro vê sibê hêzên rejîma Sûriyê topbarana xwe li ser li herêmên bê çek zêde kir. ji aliyekî din ve jî rewşa ewlehiyê li Idlibê xerab e.

Hêzên rejîma Sûriyê topbarana li ser herêmên bê çêk zêde dike
4 nîsan, 2019   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan diyar kir ku hêzên rejîma Sûriyê topbarana li ser herêmên bê çêk zêde kir. Îro di saetên sibê de derdora bajarê Meret Naman, gundê Xan Sibil ê aliyê başûrê bejahiya Idlibê hat topbarankirin, her wiha îro di saetên sibê de bajarokê Seraqib ji aliyê hêzên rejîmê ve hat topbarankirin.

Hêzên rejîma Sûriyê roja Çarşemê hindek dever ji Kefer Zîta, Zexer ê bejahiya bakurê Hemayê, Hiwîz û Enkawî yê bejahiya bakur-rojavayê Hemayê topbaran kir.

Her wiha herêmên bajarokê Serqib ê bejahiya rojhilatê Idlibê ji aliyê hêzên rejîmê ve hat topbarankirin. Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan diyar kir ku 5 endamên hêzên rejîmê ji ber bombarana çeteyên Heyet Tehrîr Şam li derdora Şem Hewa- Xewîn ê bejahiya başûr rojhilatê Idlibê, hatin kuştin.

Der barê rewşa ewlehiyê li Idlibê li aliyê bakurê bejahiya Idlibê dengê teqînê hat bihîstin. Hat diyarkirin ku teqîn ji ber mayînekê ku di erebeya yek ji serçeteyê Feyleq Şam hatibû bicihkirin li gundê Tilade yê bakurê Idlibê, pêk hat.

(bx)