Gelo çima Amerîka siyaseta xwe ya li Rojhilata Navîn diguher e?

Di raporên rojnameyek Amerîkî de hate ragihandin ku DYA ji biryara xwe ya vekişîna ji Sûriyê paşde kişiyaye û biryar girtiye ku derdora hezar leşkerên xwe li Sûriyê bihêle. Di raporê de hate destnîşankirin ku ji sedemên vê biryarê ew e ku rê li pêşiya vegera DAIŞ`ê bigire.

Gelo çima Amerîka siyaseta xwe ya li Rojhilata Navîn diguher e?
19 adar, 2019   15:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî got di mijara vekişîna ji Sûriyê guhertinek di siyaseta Amerîkayê de çêbûye. Amerîka ji bo rêgirtina lipêşiya vegera DAIŞ`ê û firehbûna hegemoniya Îranê de biryar daye ku hezar leşkerên xwe li wir bihêle.

Mudirê buroya rojnameya Washington Gerald Saip got Amerîka ji ber hindek sedeman niyeta xwe ya derketina ji Rojhilata Navîn guhertiye û biryara mayînek demdirêj girtiye.

Gerald Saip wiha got: “Piştî biryara serokê Amerîkayê Trump ku Amerîka dê  ji Sûriyê vekişe, rayedarên Amerîkî biryara mayîn hezar leşkerên Amerîkayê li Sûriyê girtin.  Gelo sedema guhertina siyaseta Amerîkayê çiye?

Gerald Saip îşaret pê kir ku yek ji sedemên paşdevekişandina  Koska Spî ji biryara vekişînê ew e ku rê li pêşiya vegera DAIŞ`ê bigire û her wiha da ku nehêlibe Sûriyê bibe wek korîdorekê ku Îranê ji bo çek bighîne hevalbendên xwe li Sûriyê û Beyrûtê.

Derbarê Iraqê de Gerald Saip got DYA`yê dihesibîne ku bi avakirina dewletek serbixwe dibe ku serweriya Îranê li herêmê kêm bike yan jî sivik bike. Her wiha pêşiya vegera DAIŞ`ê û El-Qaîde li Iraqê bigire.

Girêdayî Efganistanê li gorî Gerald Saip Washington armanc dike ku ji bo nehêlbe carek din welat vegere rewşa berê û bibe hemêzkera terorê û tundrewiyê.

ANHA